Berxwedana me li dijî dagirkeriyê ye
Sêşem 19 Çile 2021 - 16:30
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Minbicê û gundewarên wê di salvegera 3'yemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê de daxuyaniyek da û got, tekoşîn û berxwedana wan li dijî her cureyê dagirkeriyê dewam e.
Daxuyanî bi beşdarbûna endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û meclisa Jinan li bajarê Minbicê û gundewarên wê li stada Beledî ya li navenda bajêr hate xwendin.
Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ciwan xeta navçeya Ebû Qelqel, Xedîce El-Hac Elî daxuyanî xwend û got. "Em îro li vê derê ne da ku têkoşîn û berxwedana xwe ya domdar a li dijî tevahiya dagirkeriyan û bi taybet dagirkeriya Tirk piştrast bikin."
Xedîce got, ew wekî ciwan soz didin ku ew ê bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.
ANHA/MINBIC