Berxwedana me bandor li jinên dinyayê kir
Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:30
- Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik diyar kir ku berxwedana wan wê heta dawiyê dewam bike û got : “Heta van kêliyan jî ev berxwedan didome. Vê yekê bandora xwe li hemû jinên cîhanê kir. Soza me ji bo gelê me, şehîdên me heye, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li ber xwe bidin.”
Êrîşên ku ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha li Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê ve hatine destpêkirin, bi berxwedana dîrokî û bêhempa ya şervanan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pûçkirin. Şervanên azadiyê bi biryardariyeke xurt li sengerên herî pêş disekinin û bi biryar in hemû cure êrîşan têk bibin. Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik têkoşîna li eniyên şer nirxand û diyar kir ku ew bi israr û biryar in serkeftinê bi dest bixin.
Em bi gelê xwe re ne
Kurdistan Dêrik beriya her tiştî di kesayeta berxwedêrên ku li Bendava Tişrînê, Pira Qereqozax û Dêr Hefir bi qehremaniyeke dîrokî şer kirin û canê xwe feda kirin, hemû pakrewanan bi bîr anîn. Kurdistan Dêrik diyar kir ku ew ê di şexse wan de heta dawiyê li ser riya wan têbikoşin û xeyalên wan pêk bînin. Kurdistan Dêrik berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Bendava Tişrînê cihê xwe digrin û li ber xwe didin, bi taybetî silav kir û got “Gelê me bi vê seknê bi şervanên xwe re bûye yek. Ev sekna gelê me ji bo me şervanan bû moralekî mezin. Em hêz û moralê xwe ji gelê xwe yê berxwedêr digrin. Elbet gelê me jî bi şervanên xwe serbilind in. Bi vê têkoşînê re jî dubare isbat bû ku em weke şervanên YPJ’ê û QSD’ê bi gelê xwe re ne.”
Berxwedana me bandor li jinên dinyayê kir
Kurdistan Dêrik di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bila baş bizanibe ku 13 sal in bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî dimeşe û wiha berdewam kir: “Heta van kêliyan jî ev berxwedan didome. Vê yekê bandora xwe li hemû jinên cîhanê kir. Elbet dewleta Tirk jî herî zêde êrîşê jinên azad dike. Ji ber ku ji hêza jinên azad ditirse. Lê em bi biryar in axa xwe, welatê xwe biparezin. Soza me ji bo gelê me, şehîdên me heye, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li ber xwe bidin.
Em rûmeta gelê xwe diparêzin
Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de xeteriyeke mezin li ser jin, zarok û civakê heye. Li beramberî vê tewanên şer ên dewleta Tirkiyê didomin. Kurdistan Dêrik li ser vê mijarê diyar ku ew ji bo gel ji her cure êrîşan biparêzin, têkoşîneke bi bandor dimeşînin û got: “Em wek zarokên vî gelî, erk û berpirsyariya me parastina ax û welat e. Dewleta Tirk û çeteyên wê hovîtiyê dikin. Desteserkirin, talan, destdirêjî, dizî û dagirkerî rêbazên wan ên sereke ne. Ev jî sûcên şer in. Zarok, pîr, kal, jin û ciwanan dikin hedefa êrîşên xwe. Bi awayekî herî hovane dixwazin axa me dagir bikin. Em li vir rûmeta gelê xwe diparezin. Em metirsiya li pêşberî gelên xwe qebûl nakin.”
Ew nikarin bihustek ji axa me derbas bibin
Kurdistan Dêrik Şerê Gelê Şoreşgerî ku li Bendava Tişrînê bi îradeya ji pola ya gelên herêmê tê raberkirin weke nîşaneya serkeftina gelan pênase kir û wiha got: “Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gelê me bi coş û moralek mezin li bendavê bi şervanên xwe re kêliyên dîrokî dinivîsîne. Ew nikarin bihustek ji axa me derbas bibin. Vîn û berxwedana vî gelî pir mezin e. Çawa ku li hemberî her hovîtiyê, gelê me dibêje ‘serkeftin’ ev tê wê wateyê ku kes nikare vîna vî gelî bişkîne.”
Em xwedî vîneke pir xurt in
Kurdistan Dêrik di dawiya axaftina xwe de got: “Dibe ku di vê berxwedanê de gelek berdelên giran tên dayîn lê em xwedî vîneke pir xurt in. disekine. Em ê hedef û armanca rêhevalên xwe yên şehîd pêk bînin.”
NÛJINHA/DILOVAN ASMÎN/TIŞRÎN