• Lella A. Esseydî ya Mexrebî bi kompozîsyonên xwe yên wênegiriyê pirrengbûna nasnameya jinê û ya xwe weke jin, rexneyên xwe li civakê, desthilatê û oryantalîzmê îfade dike.  

LUQMAN GULDIVÊ

Jineke rûyê wê, pî û sergûzekên wê li der xwe dirêj kiriye, li dora wê ew xemlên seramîk ên çînî yên serdema dereng a Îslamî yên şîn û spî hene. Em li ser deverên li der yê wê jina ciwan nivîsên hineyî dibînin. Kompozîsyoneke eşkere ya wênegirê xwestiye hebe. Kêliyek, klîşeyek, kompozîsyonek ji “Harem”ê. Em rexneyeke li civakê, li desthilatê, lê herwiha li Oryantalîzma rojavayî di yek wêneyî de dibînin. Lê ew kompozîsyona xwe bi yek wêneyî nahêle, da ku vê îfadeya xwe pirrcarî bike, û nehêle em wê ji bîr kim.

Lalla A. Essaydi (Lella A. Esseydî) wênegira vê kêliyê ye. Lella A. Esseydî di kompozîsyonên xwe de jinan dibîne, li welatekî mîna Fasê, li wê Mexreba meliktiyê, cihê ku jin ji pirraniya qewmîna civakî derkirî ye. 

Ew jinê di kompozîsyonên hema welê de bi cih nake. Gava mirov berê xwe didiyê, bi rehetî dibîne ku mekanê jin lê hatine danîn ji bo kompozîsyonê, bi temamî hatiye sêwirandin. Yek bi yek neqş, çînî, reng, materyalên cihê yên weke dar, metal, seramîk, kevir, text û wekî din li cihê xwe yên di kompozîsyonê de bi îhtîmam hatine danîn.

Gulle û rexne

Herî zêde di wêneyên wê yên kompozîsyonên Bullet (Gulle) û Bulletrevision (Gulle revîzekirî) de mirov vê îhtîmama yek bi yek bi cihkirina detayan a wênegirê dibîne. Ew naxwaze cihek ji tesadufê re hebe, heta tesaduf bi xwe jî weke ku bi destê wê hatibe diyarkirin, li mirovî dinihêre. Mekanê vê kompozîsyona wêneyan bi reng û materyalên guleyan hatiye çêkirin. Textekî ji gulleyan, cilûbergên ku dikin mirov bibêje, ji gulleyan hatine çêkirin… Di kompozîsyonên wê hemûyan de jî xemla bi nivîsa Erebî ya bi hineyê ya li ser deverên xuya yên jinan hevparkirina berhemên wê ye.

Di kompozîsyona wê ya bi navê Jinên Fasê de hem cilûbergan, hem mekan, hem detayên weke qaqilkên hêkan jî weke laşê jinan bi hineyê û bi nivîsa Erebî dixemilîne. Ez gotina xemlê bi kar bînim jî, ji xemlê û wêde ew semboleke çandî ji bo jinên Fasî vê bi cih dike. Di kompozîsyonên wê de mirov hem ya heyî dibîne û hem jî rexneya li ya heyî. Rehetiya jineke bi tena serê xwe li mekanekî wê diyarkirî, dibe ku bêalî û rexne xuya be. Lê gava jin dibin gelek, di sekna wan ev bêalîbûna wênegirê de dişike. Di kompozîsyona gulle de jixwe gava mirov şideta li dijî jinê weke paşxaneke sedema kompozîsyonê qebûl bike, kompozîsyon ji serî heta binî rexnekirina civak û desthilatê ye, ji ber ku gulle û sîlehên agirî bivê nevê nîşanên dewletê û desthilatê ne jî.

Perspektîfa tecrûbeyê diyarkirî

Lella A. Esseydî li Fasê ji dayik bûye û li wir mezin jî bûye, lê niha li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DME) dimîne. Ew Gulana 2003´yan li DYE´yê ji Dibistana Hunerên Bedew ên Muzeyê ya Zanîngeha TUFTS´ê mezûn bûye. Galeriya Howard Yezerski li Bostonê û Galeriya Edwynn Houk li New York City nûneriya berhemên wê dikin. 
Berhemên wê li gelek galerî, Muze û pêşangehên navdar hatine nîşandan ên weke Muzeya Huner a Zanîngeha Williams, Înstîtuya Huner a Chicagoyê, Muzeya Fries û Muzeya Huner a Kodakê. 

Çawa min li jor jî behsa wê kir, di berhemên xwe de ew bedena jinê û kalîgrafiya Îslamî tîne cem hev. Bi vê jî hewl dide nasnameya tevlîhev a jina Ereb a Fasê nîşan bide; lê bi perspektîfeke xwe bi hişkî disipêre tecrûbeya wê bi xwe. Belkî jî ew hişkiya ku cih ji tesadufê re nahêle ya di kompozîsyonên wê de jî û rexneya dike jî, ji ber vî aliyê wê bin ku perspektîfa xwe disipêre tecrûbeyên xwe. 

Di pirraniya berhemên wê de ew his bi me re çê dibe ku weke jineke gihayî, navsere ew li keçbûna xwe ya li Fasê dinihêre. Heta carinan, di kêliyên wê di wêneyan de hepskirî, em hepskirineke din jî dibînin: di navbera berê û niha de hepsbûna Lella A. Esseydî bi xwe.

Rexneya li oryantalîzma wênegirî û sînetografiyê

Gava em li wêneyê wê dinihêrin, em ne tenê rexneyekê li civak û desthilata Fasê, Mexrebê, welatên Ereb û Îslamî dibînin. Rexneyeke din a pirr eşkere, li oryantalîzma wênegirî û sînematografiya rojavayiyan xuya dike. Ew kompozîsyonên xwe wisa çêdike ku wan efsaneyên oryantalîst ên rojavayî derheqê jinên “rojhilatî” (Tevî ku Mexreb rojava ye) de di cih de bi bîr dixe û wan bi perspektîfa xwe jî ji hev de dixe.

Li ser vê helwêsta xwe ya antîoryatalîst ew dibêje, “Di dilê xwe de ez hez dikim xwe bi gelek cam û lensan nîşan bidim — weke hunermend, weke Fasî, weke rêûresmparêz, weke lîberal, weke Misliman. Kinerê ez ji kesên li berheman dinihêrin dixwazim ku li dijî stereotîpan li ber xwe bidin.”