Berxwedana li dijî qeyûman dewam kir
Sêşem 5 Mijdar 2024 - 16:30
- Piştî qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê bûn li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran welatî tevî mudaxaleya polîsan jî rabûn ser piyan û bi dirûşma "Hûn nikarin îradeya me xesp bikin" peyama, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" dan.
Di 4'ê Mijdarê salvegera operasyona qirkirina siyasî de bi fermana Wezareta Navxweyî, qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê yên di binê rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, hatin kirin. Li Amed, Êlih, Xelfetiyê welatî daketin qadan û tevî mudaxale û lêdana polîsan her wiha binçavkirin û girtinan jî dirûşma "Hûn nikarin vîna me xesp bikin" berz kirin.
Dîsa bi pêşengiya Hêzên Ked û demokrasiyê bi dirûşma "Em ê hînî xespkirina gelê xwe nebin" li Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mûgla, Denîzlî û Enqereyê welatî derketin qadan û bertekên li dijî tayînkirina qeyûman nîşan dan.
'Em ê her roj li ber şaredariya xwe bin'
Rêxistina Navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê de bang li welatiyan kir ku berxwedanê mezin bikin û dîsa li ber avahiya şaredariyê kom bibin.
Piştî ku qeyûm hat tayînkirin, girse li ber avahiya Şaredariya Xelfetiyê li hev civiya û piştre li ber avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Riha, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Xelfetiyê û endamên Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê û bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûman qebûl nekin û got, “Em bi hikûmeteke ku her roj welat dikişîne nava felaketê re rû bi rû ne. Hewl dide welat bi hovîtî û qeyûman birêve bibe. Yên ku hefteya borî destên aştiyê dirêjî me kirin, niha bi destên wan wek qeyûm tên tayînkirin. Qeyûmê ku li vir ji aliyê karmendekî Erdogan ve hatiye wezîfedarkirin ne vîna vî gelî ye. Em ê her roj li ber şaredariya xwe bin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Xelfetî” û çepikan bi dawî bû.