Berxwedana Îmraliyê tenê nehêlin

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 23:11

  • Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş e. Aktaş di Hepsa Îmraliyê de tê ragirtin û tecrîdkirin. Xwişka wî Sabîha Aslan got, li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye û bang li her kesî kir da ku li ber tecrîdê rabin.

Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş e. Aktaş di Hepsa Îmraliyê de tê ragirtin û tecrîdkirin. Xwişka wî Sabîha Aslan got, li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye û bang li her kesî kir da ku li ber tecrîdê rabin.

Li Hepsa Îmraliyê ya Tîpa F’yê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku di dema pêvajoya “çareseriyê” de ya di navbera 2013-2015’an de di navbera Ocalan û dewleta Tirk de hat birêvebirin, 15’ê Adara 2015’an wekî “sekreterya” ew birin Hepsa Îmraliyê. Ji ber tecrîkirina mutleq a Ocalan, ew jî nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin. Konar, Aktaş û Yildirim heta niha tenê di 5’ê Hezîranê, 12’ê Tebaxê û 3’yê Adara 2020’an de hevdîtin bi malbatên xwe re kirine û hemû miracaetên din ên malbatên wan ên ji bo hevdîtinê jî yan bêbersiv tên hiştin, yan jî tên redkirin.

Ji Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Erol, bi xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan re peyiviye. Aslan, dibêje, li Girava Îmraliyê, li dijî tecrîdê berxwedaneke bêhempa heye.

Pergala Îmraliyê rûxiya

Sabîha Aslan got, li Ocalan û girtiyên din sereqet cezayên dsîplînê tên birrîn û ji ber pandemiyê, fikarên wan jî zêde bûne. Wê got, bi qasî Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirk jî berpirsiyar e: “Wezareta Tenduristiyê jî berpirsiyar e ji vê bêhiqûqîtiyê. Em nikarin hev du bibînin, em tenduristiya wan meraq dikin.”

Sabîha Aslan, hinceta dawî ya cezayê dsîplînê yê li Ocalan birrî yanî pîgermkirin bi bîr xist û got, “Pergala Îmrlaiyê rûxiya. Tu çawa radibî ceza li meşa kesekî dibirrî. Jixwe, vê dewletê xwe aniye ber nemanê. Ji ber wê êrişê dibe ser her der û kesî.”

Aslan xwest “Ocalan û girtiyên din demildest ji wir bên derxistin” bal bire ser şert û mercên Îmraliyê û got, “Ne cihek e ku mirov lê bimîne. Ez saetekê li wir mam, bi rojan ji ber wê saetê min fedî kir. Zilmeke bi vî rengî li ti devera cîhanê tine ye.”

Êdî divê gel bike

Aslan, bal bire ser helwêsta Îmraliyê û got, “Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye. Naxwe, fikreke wan a pirr qewî heye ku ev qasî bihêz in. Ez bi milyonan car rêzê ji vê fikra wan re digirim.”

Aslan gotinên birayê xwe Veysî Aktaş ên di hevdîtina dawî de bi bîr dixe û dibêje, wî gotibû, “Kes peywira xwe bi cih naîne.

Tiştekî ku Rêberê me bibêje nemaye, fikra xwe, felsefeya xwe got. Tişta ji niha û pê ve bê kirin, divê gel bike.”

Sabîha Aslan herî dawî bang li her kesî kir da ku li ber tecrîdê rabin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.