Pêvajoya pêşnûmeya raporê ne temam e

Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:20

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku hêj pêvajoya pêşnûmeya raporê temam nebûye û sernavên hêj lihevkirinek ser çênebûye hene.

Hinek dezgehên çapemeniyê ragihand ku pêşnûmeya rapora Komîsyona Meclisê temam bûye. Lêbelê endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kir ku hêj pêvajoya pêşnûmeya raporê ya komîsyonê temam nebûye û xebatên li ser hinek sernavên hêj lihevkirinek ser çênebûye didome.

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê gotin: “Me bihîst ku hinek dezgehên çapemeniyê cih dane hinek sernavên di pêşnûmeya Rapora Hevpar a Komîsyonê de. Di serî de dixwazin bibêjin ku her çend di xebatên pêşnûmeya raporê de li ser hinek mijaran pêşketin hebin jî, hêj mijarên ku lihevkirinek ser çênebûye hene. Pêvajoya pêşnûmeya raporê temam nebûye. Em ê di demeke herî nêz de agahdariya pêwîst bikin.”

MA / ENQERE / SELMAN GUZELYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.