Berxwedana gerîla ya me ye

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 02:25

  • Kurd û dostên xwe li Ewrûpayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin meydanan. Di çalakiyan de xiyaneta PDK’ê hate rûreş kirin û berxwedana gerîla hate silav kirin.

Kurdên li Ewropayê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin meydanan. Di çalakiyan de xiyanet hat protestokirin û berxwedana gerîla hat silavkirin. Li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bêyî navber li Kurdistanê pêk tîne, li bajarên Ewropayê meş hatin lidaraxistin.

ZURÎH

Kurd û dostên xwe li ser banga Konseya Kurd a Demokatîk (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi pêşengiya Însîyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) li qada Helvetîa a Zurîhê li hev civiyan. Bi sedan Kurd û dostên wan piştî meşa ku li qada bajêr nêzî saeteke dewam kir, gihiştin Qada Helvetîa li vir mitîngeke li dar xistin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê deqeyek rêz hate girtin. Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û wiha got:“Ev hemû êrişên li dijî Kurdistanê tu car negihîşt encamê. Rêveberiya PDK’ê û Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe azadî û pêşeroja bi milyonan Kurd tune hesiband. Ji bo ku yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê pêk were divê xwedî li gerîlayên Kurdistanê bê derketin. Em soz didin berxwederên li Zap, Metîna û Avaşînê; Berxwedana we berxwedana me ye. Em ê teqez bi ser bikevin.” Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’ê Musa Farisogullari jî got:“Rêveberiya PDK’ê ku xwe weke partiyeke Kurdistanî dibîne, bi xiyanet û hevkariyê piştgiriya xwe ji bo van êrîşên ku li Başûrê Kurdistanê xiyanetê ferz dike, didomîne.” Di çalakiyê de li ser navê Defend Kurdistan daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LUDWIGSBURG

Kurdên ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê li Ludwisburg Bahnhof hatin ba hev, heta Markplatzê meşiyan û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan. Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin. Di danezana ku ji aliyê hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê Mesût Aram Daghan û Pervîn Azadî ve hat xwendin de wiha hate gotin:“Dagirkerî û qirkirin parçeyek ji polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdistanê ye. KON-MED bang li her kesê dike ku li dijî sûc û qirkirina li dijî mirovahiyê, dagirkerî û qirkirina li dijî gelê Kurd rabin.”

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dagirkerî û xiyanet hat protestokirin û berxwedana gerîla hat silavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Kawa FCDK’ê ve hat organîzekirin de danezana bi zimanê Elmanî hat xwendin. Di çalakiyê de gelek caran bi dirûşmeyan berxwedana gerîla hat silavkirin û dagirkerî û xiyanet hat protestokirin.

AMSTERDAM

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li paytexta Hollanda Amsterdamê bi tevlîbûna dehan kesan bi meş û mitîngekî hat protestokirin. Di meşa ku li navendê hat lidarxistin de li ber stranên berxwedanê dirûşme hatin berzkirin. Di mitîngê de dagirkerî û xiyanet hat şermezarkirin û wiha hate gotin:“Em yek kes jî bimînin wê berxwedan dewam bike.”

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî, êrişên dagirkeriyê li pêş parelementoyê hate rûreş kirin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û xiyaneta PDK’ê jî hate rûreş kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin:’’Dewleta Tirk bi çekên dewletên YE’yê ji bo dagirkeriyê êriş dike.’’ Di çalakiyê de dirûşmeyên weke ‘Bijî Serok APO’, ‘Bijî Berxwedana gerîla’, ‘Hoch dîe internationale Solidaritaet’, û ’NATO finanziert, Tuerkei bombardiert’ hatin qêrin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.