MURAT MANG / BIELEFELD
Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, berê hatibû plankirin ku Festîvala Çand û huner a Êzîdî ya 2´yan bê organîzekirin. Ji ber êrişên li ser hev ên li dijî Şengalê û komkujiya li nexweşxaneya Sikêniyê 16 û 17´ê Tebaxê, komîteya amadekar festîval betal kir û li şûna wê meşeke protestokirina êrişên dewleta Tirk ên qirker li dijî Şengalê organîze kir.
Gelek sazî û bi sedan Êzîdî û Kurdistaniyên ji Bremen, Oldenburg, Hannover, Hildesheim, Wesel û Bielefeldê beşdarî meşa şermezarkirina êrişên qirker ên dewleta Tirk bûn. Çalakgeran wêneyên şehîdên êrişên 16 û 17´ê Tebaxê yên li navenda bajarê Şengalê û li nexweşxaneya Sikêniyê hilgirtin. Çalakiyê li pêşiya Gara Navendî (Hbf) ya Beilefeldê dest pê kir. Beşdaran sloganên "Erdoganê qatil", "Şehit Namirin" û "Erdoganê terorîst" gotin.
Di mîtînga piştî meşê de li ser navê Komîteya Amadekar Sosin Kartal peyivî, got, dewleta Tirk dixwaze qirkirinê bibe serî û wiha dewam kir: "Ev xwedênenas in. Mirovan hîç nas nakin. Em ê bibin dengê jinên Şengalê." Nûnera SMJÊ´yê Nûrê Alkiş jî got, "Heta ku statuya Şengalê bê naskirin, têkoşîna me wê dewam bike." Li ser navê KCÊ-E´yê jî Cercur Cemîl bang kir da ku têkoşîn bê xurtkirin: "Em êdî ji kesî natirsin. Em soz didin, heta dawiyê em ê têbikoşin. Ya ku wê dawî li êrişan bîne, berxwedana me ye."
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, hevserokê KON-MED´ê Zubeyde Zumrut, nûnerê YES´ê Feremez Xerîbo jî gotin, qirkirin weke proje dewam dike û ji ber wê li her derî ji bo parastina Şengalê, berxwedan wê dewam bike.
Ji Weselê, Koma Zarokên Rojê, diyalogege di navbera Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr de weke şanoyekê kir mîzansen.
Li gelek deverên din jî çalakî hebûn
Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Giessenê çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya li meydana Kirchenplatzê bûn. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk weke dewama fermana 3´yê Tebaxê hatin nirxandin.
Wekî din li bajarê Elmanyayê Mannheim û li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî bi heman armancê çalakî hebûn.