Berxwedan jî zilm jî dewam dikin

În 6 Çile 2023 - 00:59

  • Komîteya Şopandina Rewşê da zanîn ku li Îranê, 16 kes di lêpirsînên li nezaretxaneyan de bi êşkenceyê hatine qetilkirin û hin kes jî ji ber ku birîndar bûn û li nezaretxaneyan nehatine dermankirin, canê xwe ji dest dane.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hem zext û zordariya rejîma Îranê hem jî berxwedana xelkê dewam dike.

Pêla girtin û binçavkirina xwepêşanderan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome. Tevî zext û girtinan jî gel bi awayekî girseyî û hêrseke mezin çalakiyên xwe dewam dike.

Komek jinên aktîvîst li bajarê Merîwanê li hev civiyan û bi berzkirina dirûşmeyên li dijî rejîmê peyama 'Jin, Jiyan, Azadî' dan.

Li bajarê Ciwanroyê ku nêzî hefteyekê ye di bin kontrola leşkerî de ye, serdegirtina malan û binçavkirina çalakvanan didome. Dema navên hin kesên hatine binçavkirin hatin parvekirin, gelek hêzên leşkerî li kolanan hatin bicih kirin.

 

Bi êşkenceyê ew qetlkirin

Li navçeya Semîrom a Esfehanê ku di nava hefteyê de çalakiyên girseyî lê hatin lidarxistin, gelek hêzên leşkerî lê tên bicihkirin. Serdegirtin û binçavkirin pêk tên.

15 jinên aktîvîst ên ku di dema çalakiya li Girtîgeha Keço ya bajarê Kerecê de hatibûn binçavkirin, li dijî zextên rejîma Îranê dest bi grevê kirin.

Li gorî rapora Komîteya Şopandina Rewşê, 16 kes di lêpirsînên navendên binçavkirinê de bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Û hate gotin ku, hin ji kesên jiyana xwe ji dest dan jî di dema çalakiyan de ji ber guleyên polîsan birîndar bûn û dûre ji ber ku li navendên ragirtinê, nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de nasnameya 16 kesên ku bi êşkenceyê hatin qetilkirin jî cih girtin. Li gorî vê yekê Ramîn Fatehî, Yûsif Reîsî, Mohammad Lotfullahî, Hamed Selahşûr, Şadman Ehmedî, Şahrîar Adelî, Ehmad Gûdarzî, Amîr Javad Asadzade, Heyman Aman, Îsmaîl Dezvar, Omîd Hassanî, Mohammad Hajî Resûlpûr, Ilîad Rahmanîpour, Mîlad Xoşkam, Saman Qadirpûr û Mehdî Eshkezar ji ber bi êşkenceyê lêpirsînên wan hatine kirin û nehatine dermankirin jiyana xwe ji dest dane.

Helbestvan, nivîskar û endama encûmena sekreterên Yekitiya Nivîskarên Îranê Aîda Ameedî ku 5’ê Kanûnê hêzên rejîmê deriyê mala wê hat şikandin û hat girtin, heta dawiya darizandinê bi awayekî demkî bi kefaleta 500 milyon Tumenî hat berdan.

 

Xameney xwe li raperînê kerr kir 

Serokê Olî yê Îranê Elî Xamineyî di hevdîtina bi hin alîgirên jin ên dewletê re diyar kir ku, mijara sergirtina Îslamî pêwîstiyeke rewa ye û got, ew ê ji vê yekê bi paş ve gavê neavêjin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.