Bersiva xurt bidin banga Rêbertî
În 7 Adar 2025 - 03:40
- Hêvî Nûdem anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo di heman demê de jinûve avakirina civakan li ser bingeha azad û wekhev armanc dike û got: Ji bo rêxistinkirina konfederalîzma jinê li tevahiya cîhanê ew ê hemû hêzên xwe seferber bikin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûdem, pirsên ANF’ê yên li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bersivand.
Hêvî Nûdem, da zanîn ku sîstema dewletê li gorî polîtîkayên qirkirinê hatiye avakirin û li gorî vê yekê rêziknameya hiqûqî hatiye diyarkirin û destnîşan kir ku ev avahî dibe sedema komkujiyên jinan. Hêvî Nûdem, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn herêma ku şerên herî dijwar lê diqewimin e û diyar kir ku berdêla herî mezin a van şeran jin didin û got:’’Li herêmên ku em lê dijîn, Rojhilata Navîn herêma ku herî zêde şerê germ lê tê jiyîn e. Herêm hem ji ber hegemoniya navendî hem jî ya herêmî di rewşek pir bi qeyran û di nav alozî û pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî de derbas dibe. Di encama wan hemû şer û pevçûnan de berdêla herî mezin jî jin didin. Ew di encama mudaxileyên hêzên hegemonya navendî ya li ser Rojhilata Navîn wek Iraq, Efxanîstan û hwd diyar bû. Rewşa ku li Xezeyê hate jiyîn vê rastiyê nîşanî her kesî da. Herî zêde jin û zarok têne kuştin û koçber dibin. Îdeolojiya zayendperstiyê ku li ser hemû çavkaniyên polîtîk, aborî, leşkeri, civakî, çandî û hunerî, hiquqî, medya û hwd de xwe rêxistin kiriye, zemîn û derfetek mezin ji bo xwe derxistiye pêş.
Konfederalîzma jinan a cîhanî
Nirxên ku li ser keda jinan avabûne û anîna wan ya heta roja îro jî dîsa bi têkoşîn û keda jinan çêbû. Têkoşîna jinên Kurd li ser bingeha felsefa Rêber Apo ev nîv sedsal li pey xwe hiştiye, xwe gihandie asta cîhanî. Paradigmaya netewa demokratîk ku civakê bi hemû cudahiyên di hêla nasnameyî û çandî de di nav xwe de dihevîne dibe bingeha herî esasî ya konfederalîzma jinan ya cîhanî. Ev rewş bingeha têkoşîna jinê ya cîhanî xurt dike. Têkoşîna ku li ser paradîgmaya Rêber Apo ya “Jin, Jiyan, Azadî” ji pêncî salî zêdetir tê berdewam kirin, di şexsê jinên Kurd de gerdûnîbûn qezenc kir. Ruh û fikrek yekgirtî pêş xist.
Xweparastin pîvana stratejîk e
Wekî Rêber Apo got, jina bêrêxistin jina bêparastin e. Em çiqasî bi rêxistîn kirî bin jî em ewqas bi hêz in, em çiqas bi hêz bin em ew qas dikarin xwe biparêzin û azad bibin. Li ser wê hîmê bi avakirina paradigmaya civaka ekolojik, demokratîk û azadiya jinê divê pergala konfederalîzma jinê ya cîhanî mayinde û domdar bikin. Bi vê şêwazê pêşî li hemû wan êrîşên faşîzimê jî dikare bê girtin. Xweparastin ji bo civakê pîvanek stratîjk e. Rehenda herî xurt a pergala konfederalîzma jinê ya li Rojava jî li ser vê bingehê ava bûye. Li Sûriyeyê jin li gorî hevpeymana xwe ya civakî hêza xwe ya parastinê jî wê rêxistin bikin û ewlehiya xwe nadin destê ti hêzek parastinê ku li ser hîma hişmendiya mêrsalar avabûye. Ji bo vê jin divê bi zanista xwe ya parastinê û rêxistintin kirinê di her qadê de bibin garantiya parastina û ewlehiya hebûn, azadiya xwe û civaka xwe. Ya ku pêşengtiya vê ji bo jinên herêmê û pergala konfederalîzma jin ya Rojhilata Navîn jî bike tevgera jin ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Fêmkirin û pêkanîn erka me ye
Rêber APO bi banga xwe ya “ji bo civakek demokratîk û aştiyane” nexşe rêya xwe ya serdemê diyar kir. Rêbertî tevî ku li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, bi berpirsyariyekî dîrokî perspektîfa çareseriyê danî holê. Fêmkirin û pêkanîna vê bangê erka me hemûyan e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê wê bibe çareserî û pêşî li girtina şeran. Her wiha rêya çereseriyên bingehîn bi banga xwe ya dîrokî diyar dike.
Wek tevgera jin jî divê em li hemberî banga dîrokî ya Rêbertiyê ji her demê zêdetir bi berpirsyartiyên xwe we rabin û pêşengtiya vê dema dîrokî ya Rêber Apo daye destpêkirin bikin. Ji bo ku em pergala konfederalîzma jin li her derê cîhanê rêxistin bikin, em ê hemû hêza xwe ji bo rêxistin kirin û avakirinê seferber bikin. Bi vê şêwazê em dikarin ji banga dîrokî ya Rêber Apo re jî bibin bersiv. Hemû jin jî bi wê bîr û baweriyê bi wê israr û azweriya serkeftinê banga dîrokî ya Rêbertî bi coşek mezin di 8’ê Adarê de pêşwazî bikin.’’
BEHDÎNAN