Bersiva Hewlêrê zext e

Pêncşem 25 Mijdar 2021 - 23:27

  • Li Hewlêr û Soranê hêzên asayîşê dor li zanîngehan girtin û li gorî parlamenterekî xwendekar jî revandin. Li Silêmaniyê jî hêzên asayîşê 4 rojnamevan kirin nezaretê. Rêveberiyên Başûr li dijî daxwazên xelkê li rêbazên hişk ên otorîter vedigerin.

Ji destpêka hefteyê ve xwendekarên li gelek bajarên Kurdistanê ji bo ku xerciyê bidin wan û xizmetguzarî li malên xwendekaran bê kirin, daketin meydanan. Di çalakiyan de hêzên asayîşê li Silêmanî û Hewlêrê nexasim hêzeke mezin bi kar anî ji bo tepisandina xwepêşandanan. Tevî ku hikûmetê soza bicihanîna daxwazên xwendekaran da jî, siyeseta zext û zilmê ya hişk li dijî xwendekaran û çapemeniyê dimeşîne. 

Di nava vê siyasetê de diyar e ku revandina xwendekaran jî heye.  Parlamenterê Parlamena Hewlêrê Elî Heme Salih da zanîn ku li Hewlêrê gelek xwendevan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin.

Xwendekar doh jî daketin meydanan, lê bi taybetî li Hewlêrê hêzek zêde ya hêzên asayîşê hatiye belavkirin. Heya niha 4 rojnamevanên xwepêşandanan dişopandin hatine binçavkirin. 

Parlamenter Elî Heme Salih li ser malpera xwe ya facebookê agahiya revandina xwendevanan belav kir. Elî Heme Salih dibêje, “Niha hêzeke ewlekariyê ya zêde bi wesayîtên camreş komek xwendevanên li nêzî avahiya Wezareta Xwendina Bilind a li Hewlêrê revandine. Ji vê rewşê serokê hikûmetê berpirs e. Ev hêz astengiyan ji rojnamevanan re jî çêdike.”

Xwendekar li ser ya xwe ne

Li Kifrî û Ranyayê doh jî xwexwendekarên zanîngeh û peymangehê li dijî nedana xerciyê û nebûna xizmetguzariyan xwepêşandan kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Raperîn li navçeya Ranyayê xwepêşandanê kir. Xwendekar dibêjin heta daxwazên wan bi cih neyên, xwepêşandanên wan wê dewam bikin.

Li Kifrî ya ser bi Germiyanê jî xwendekarên zanîngeh-peymangehê û mezûnên zanîngehê bi daxwaza dayîna xercî, xizmetguzarî û tayînkirinê xwepêşandan kir.

Xwendekaran rêya sereke ya Kelar-Kifriyê li çûnûhatinê girt.

Dor li zanîngehê girtin

Asayîşa Soran jî doh dor li Zanîngeha Soranê girt û rê neda ku xwendekar xwepêşandanê bikin. Li aliyê din berpirsên îdareya serbixwe ya Soranê, xwepêşandan û kombûnên bê destûr qedexe kirin.

Piştî vê fermanê hejmareke zêde ya polês û asayîşê dor li Zanîngeha Soran girt û rê nedan xwendekar xwepêşandanê li dar bixin.

Rêbazên dîktatoran

Pêr du nûçegihanên RojNewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed tevî du rojnamevanên din, dema ku xwepêşandanên li Silêmaniyê dişopandin, hatin girtin.

Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanan a Silêmaniyê Karwan Enwer û Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb doh derbarê mijarê de agahî dan Rojnewsê û got, hêzen asayîşê her du nûçegihanên RojNewsê kirine nezaretê.

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan jî  eşkere kir ku ji bilî her du nûçegihanên Rojnewsê, nûçegihanê kanala Bexdadiye, Ebas Mihemed û nûçegihanê kanala El Şerqiya Erebî, Rajan Macid jî hatine binçavkirin.

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb da zanîn ku pêşî, pêr ti agahî ji her çar rojnamevan nehat girtin û li ser vê wan li rojnamevanan pirsiye û derketiye holê ku hatine binçavkirin.

Rêveberê Navenda Metro da zanîn ew li bendê ne her çar rojnamevan werin berdan, lê heta nûçeya me dihat amadekirin jî rojnamevan nehatibûn berdan.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) ji bo berdana rojnamevan û xwepêşandêrên hatine girtin bang li desthilatên li Silêmanî û Hewlêrê kir.

Ji destpêka hefteyê ev li Silêmanî, Helebce, Koye, Seyîdsadiq, Hewlêr, Germiyan û Kelarê xwendekarên zanîngeh û peymangehan li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran û nebûna xizmetguzariyên nava malên xwendekaran, bi xwepêşandanan daxwaza mafên xwe dikin. 

HEWLÊR/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.