- Cîh û warê hebûn, çand û nasnameya Civaka Êzîdî Şengal e. Şengalê 72 caran ligel her cûre êriş û komkujiyan bawerî, çand û zimanê vê civakê di himbêza xwe de parast.
Beriya bi 6 salan, dîsa li Şengala pîroz fermanek rabû. Yek ji hedefên vê qirkirinê, tinekirina civakê bû. Bi vê fermanê xwestin tişta ku di 72 fermanan berê de nebirine serî vê carê bi destê çeteyên hov temam bikin. Şengaliyên ku haya wan ji bayê felekê tinebû, sibeha 3'ê Tebaxa 2014´an ji nişkê ve çavê xwe li alên reş vekirin. Di şexsê civaka Êzîdî de hate xwestin koka Kurdîtiyê bê qelandin. Ji ber ku Êzdayetî weke yekem baweriya Kurdan tê pênasekirin.
Ji ber vê yekê berê êrişên xwe dan ser Êzîdxanê û jinên Êzîdî. Li ber çavê cîhanê hemûyî bi hezaran jinên Êzîdî dîl girtin û li bajaran weke kole firotin. Jinên ku li ber destavêtina wan rabûn, hatin kuştin û şewitandin. Dîmenên wan li cîhanê hemûyî hatin belavkirin. Bi van êrişan xwestin peyamê bidin jinan hemûyan.
Pergala yekparêz û desthilatdar di bin maskeyên reş ên DAIŞ’ê de jiyana koletiyê li jinên Êzîdî ferz kir. Di sedsala 21'an de ji bo tola xwe ji jinan hilîne, bi destê DAIŞ'ê li hemberî jinan kiryarên dij-mirovî pêk tîne. Bi heman hişmendiyê li Rojhilata Navîn dibin navê ol û paşverûtiyên civakî de, jiyan ku herî zêde li dora diyardeya jinê nayê hiștin, tê tinekirin.
Lê jinan ev êrişên wan bi bêrdêlên giran berovajî kirin. Jinên Şengalê ji bo nekevin testê çeteyên hov xwe di zinaran de avêtin. Bêgûman jinên Şengalê ji dîroka xwe hêz girtin û sekneke bixwebawer, diyar kirin.
Di dîrokê de jinan li hemberî her cûre êrişan bi berxwedanê hebûna xwe parastiye. Beriya bi 105 salan di dema dermana Ermeniyan de, jineke Ermenî ji bo zarokê wê nekivin destê siwarê Alaya Hamîdiye, bi destê xwe 4 zarokên xwe dikujê û şûrê xwe radike û berê xwe dide bereyê şer. Niha li paytexta Ermenistanê Erîvanê peykarê wê dayikê hatiye çekirin û weke dayika Ermeniyan tê naskirin. Em dizanin li Dêrsimê Besê û Zarifeyan ji bo nekevin destê dijminên hov, xwe di zinaran de avêtin.
Îro jî jinên Êzîdî ji bo ku careke din ferman bi serê wan de neyên, xwe ji xweliya xwe afirandin û rêxistina xwe mezin kirin. Jina ku beriya bi 6 salan bê pergal û bê mecal bû, niha bûye xwedî rêxistin û hêza parastinê. Di her warê jiyanê de bûye xwedî îrade û pêşengiya civakê dike. Xwe ji azadiya civakê, parastina civakê û parastina axa xwe berpirsiyar dibîne û li gorî wê bi xwe re hêza pêkanîna vê erkê jî ava dike. Êşa jinên Êzîdî çiqas giran bû, niha jî hêza tolhildana ji pergala desthilatdar, zalim û kujer jî ewqas giran û weke şûrekî tûj e. Jinên Êzîdî êdî ew hêz bi xwe re ava kirine ku pê xwedî li nirxên gelê Kurd hemûyan derkevin. Bi îdîaya dijmin ji Kurdistanê derxistinê xwe bihêz dikin. Azadiya xwe, xweseriya Şengalê û azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re dibînin.
Piştî fermanê yek ji rojevên wan ên sereke, xwebirêxistinkrin, bihêzkirin û pergala xwe avakirin bû, ya dîtir jî azadiya Ocalan bû ji bo jinên Şengalê. Ji ber ku rêya Rêber Ocalan şanî wan dabû, ew ber bi asoyeke ronî û azad ve birin. Jinên Şengalê bi awayekî xurt hay ji vê yekê hene. Ji ber wê jî girêdaneke wan a xurt bi Rêber Ocalan re heye.
Şengal di warê çanda Kurdan de yek ji dergehên girîng e. Dagirkeran bi vê komkujiyê xwest Şengala pîroz ji nava rûpelên dîrokê rakin. Li hemberî vê siyaseta bê ax hiştin û bêçandhiştinê, vegera Şengalê berxwedana herî mezin a çandê û parastina hebûna xwe ye. Di serî de jinên Êzîdî, tevahî civaka Êzîdî divê li ser esasê xwedîderketina li ax, çand û hebûna xwe, berxwedana xwe xurt bike. Ji ezmûnên van 6 salan jî me dît ku devera rêxistin lê hebe tu hêz nikarê bi hesanî êriş bike û encamê bigire.
Ji ber vê yekê xweserî û statûya Şengalê dikare bi mezinkirin û xurtkirina rêxistinê misoger bibe. Ew jî wê bi pêşengiya jinan pêk bê. Çawa dijminên jin û civakê xwestin bi êrişên li dijî jinan encamê bigirin, divê statu û xweseriya Şengalê jî bi pêşengiya jinê pêk bê.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê