• Şervan Derwêş: Heta ji me bê, em ê li ber xwe bidin. Di vî warî de em xwedî tecrûbe ne jî. Heke dewleta Tirk êriş bike, em ê derbên xedar lê bixin, felekê lê şaş bikin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş got, ew gefa dewleta Tirk a li dijî Minbîc û Til Rifetê cidî dibînin û bal bire ser wê yekê ku ew xwe ji bo şerekî begiriyê yê gelekî mezin re amade dikin. 

Rojnamevan Bêrîtan Sarya ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li Minbicê bi Şervan Derwêş re peyiviye. 

Derwêş bi bîr xist ku gava DAIŞ´ê bajar dagir kir, 88 komên ser bi Tirkiyeyê reviyane û di ser Kobanê ve çûne Tirkiyeyê, lê koma fermandar Feysal Ebû Leyla "Li nêzî Qereqozaxê ma û li hemberî DAIŞ’ê şer kir. Hinek ji koman yan jî endamên li Qereqozaxê li ba Feysal Ebû Leyla man û li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. Van koman tevî YPG’ê Odeya Operasyonê ya Volkana Firatê ava kir. Tabûrên Şems El Şemal ên di bin fermandariya Ebû Leyla de jî tevlî nav Odeya Operasyonê ya Volkana Firatê bûn û tevî YPG’ê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kirin.

Ev kesên ku ji ber êrîşa DAÎŞ’ê neçar mabûn ji Minbicê derkevin lê li herêmê man. Li Qereqozax, Kobanê û Tişrînê li hemberî DAIŞ’ê şer kirin û bingeha Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ava kirin."

Ji rizgarkirina bajêr ve dewleta Tirk êriş dike

Şervan Derwêş ji bo êrişên dewleta Tirk ji rozgarkirina bajêr di 16´ê tebaxa 2016´an û vir ve dibêje, "6 sal berê, van rojan di çarçoveya pêngava azadkirinê de li dora bajarê Minbîcê û li hinek taxan me li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Lê gefên dewleta Tirk a li ser herêma me, ji roja ku me bajar azad kiriye û heta niha qet nesekiniye. Piştî ku me Minbîc azad kir, li herêma Erîmayê dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî me kirin.

Wê demê dewleta Tirk balefirên şer jî bi kar anîn. Ji wê demê heta niha, dewleta Tirk û çeteyên wê bi obusan li Minbîcê didin û gefên wan ên dagirkeriyê jî didomin. 

6 sal di ser azadkirina Minbicê derbas bûn. Ligel ku dewleta Tirk û çeteyên wê 6 sal in êriş dikin jî, gelê Minbicê pergala xwe ya îdarî, rêveberî û ekonomiyê ava kir û her dem ew geştir kir. Em Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê jî 6 sal in hêzên parastina bajêr û pergala wê geş dikin. Me asteke girîng bi dest xist."

Hê negihiştiye mexseda xwe

Li ser gefîn Erdogan ên li dijî bajêr jî Şervan Derwêş got, "Em bi awayekî cîdî li ser vê gefê disekinin. Di demên dawîn de dewleta Tirk herî zêde li ser Minbic û Til Rifetê gefan dixwe. Em bi cîdî nêzî vê gefxwarinê dibin. Li ser vî esasî me amadekariyên xwe zêde kirin, me pergala xwe ya parastinê xurttir kir. Gelê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û eşîrên li Minbîcê dizanin ka dewleta Tirk dixwaze çi bike.

Minbic di warê bazirganî û leşkerî de jî giring e. Ji wê boneyê, çavên her kesî li ser Minbicê ye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Minbicê dixwaze zextan li Heleb, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Bi destpêkirina ji Minbicê, dixwaze herêmên dagir kirine, berfirehtir bike. Dewleta Tirk difikire ku di mijara Minbicê de wê hêzên navneteweyî bi hesanî qaneh bike. Lê wisa xuya ye ku hêj negihîştiye mexseda bi dilê xwe."

Li ser amadekariyên dagirkeran Şervan Derwêş dibêje, "Mirov dikare bibêje, amadehiya êrişê pirr hêdî û veşartî dikin. Yanê dixwazin hêzên me bixapînin. Lê tevgera wan di bin çavdêrî û kontrola me de ye. Amadehiyên wan hêj negihîştine asta destpêkirina êrişeke mezin."

Wê derbên xedar li dagirkeran bidin

Ji bo dewra hêzên Rûs Şervan Derwêş got, "Em agahiyan didin û distînin ji hev û din. Bi tifaqa QSD û Rûsyayê, li ser xeta çeperan leşkerên rejîmê û bendên wan hene. Agahiyên em didin diçin Şamê jî. Bendên xwe û qad û xalên li ser sînor ên rejîmê qewîn dikin. Lê helwest û amadehiyên wan ne bi qasê sekinandina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk e.

Em eşkere dibêjin; heke êrişê bajarê me bikin, gelê me jî û wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî, wê bajar û herêma xwe biparêzin. Her kes dizane ku me di nav 6 salan de hêzên xwe yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mezin kir. Me hêzên xwe di warê disîplîn, şiyan û karîna şer, hesta welatparêziyê de perwerde kir û pergala xwe ya parastinê bi pêş ve bir. Heta ji me bê, em ê li ber xwe bidin. Di vî warî de em xwedî tecrûbe ne jî. Heke dewleta Tirk êriş bike, em ê derbên xedar lê bixin, felekê lê şaş bikin.

Em dixwazin vê ji gelê xwe re bibêjin. Heke dewleta Tirk êrîş bike em ê xweş li ber xwe bidin. Ev berxwedan; wê bibe berxwedana parastina rûmet, ax, jiyan û pergala xwe. Em bi gelê xwe re xwe amadeyî berxwedaneke wiha dikin. Em bawer in ku wê gelê me di vê berxwedanê bi me re be."

NAVENDA NÛÇEYAN