Berpirsiyarên komkujiyê tên parastin

Sêşem 20 Tîrmeh 2021 - 15:40

HDP'ê diyar kir ku berpirsiyar û kujerên Komkujiya Pirsûsê têne parastin û got, "Di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna 33 rêwiyên hêviyê derkevin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rasthatina salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek weşand.

Wê got, "Bi hesta tolhildanê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên çûn Riha-Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara di encama êrişa bombeyî ya xwekujiyê de 33 ciwanên sosyalîst, 33 rêwiyên hêviyê jiyana xwe ji dest da, zêdeyî 100 ciwanî jî birîndar bûn. DAIŞ'ê piştî vê êrişê li Amed, Enqere û Stenbolê jî komkujî kirin.

Tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn qatil û têkiliyên wan nehatine eşkerekirin û ceza li wan nehatiye birrîn. Qatil û berpirsyarên siyasî yên komkujiyên bi Pirsûsê re dest pê kir, hesab nedane. Rayedarên cemaweriyê yên ku ji pêşîgirtina li êrişê berpirsyar bûn, tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye, hîn nehatine cezakirin. Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna 33 rêwiyên hêviyê derkevin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.