Berpirsiyar dewlet e
Şemî 11 Tîrmeh 2020 - 14:25
Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn. Birayê Aydin, Veysî Aydin got: “Ji bo me yên tetik kişandine na yên ku ferman dane berpirsiyar in. Li gorî me berpirsiyar dewlet e.”
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û bi îşkenceyê ew qetil kirin û piştî du rojan li navçeya Madena Xarpêtê cenazeyê wî hat dîtin li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û siyasetmedaran li ser gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê bîranîn pêk anîn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Birayê Aydin, Veysî Aydin û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û got: “Fikrên wî çi bûn? Li dijî şer aştiyek bi rûmet bû. Israra siyaseta demokratîk bû.
AMED