Bernameya meha Sibatê ya Yenî Sahne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Çile 2025 - 00:55

Yenî Sahne ku li Batmanê xebatên xwe yên hunerî didomîne bernameya xwe ya meha reşemiyê eşkere kir.

Bername, bi bernameyeke taybet dest pê dike. Lîstika wan "Bekoyê Ewan" bi nîşandayîneke taybet 3'yê mehê li Ses Batmanê tê lîstin û bernameya mehê reşemî bi vê deriyên xwe vedike. Heman lîstik li heman cihî roja 5'ê mehê jî dê bê lîstin.

Îhsan Arat "Bekoyê Ewan" lîstik nivîsandiye û derhêneriya wê jî kiriye. Ji bilî lîstikên li Ses'ê, heman lîstik rojê 6, 20, 22 û 27'ê mehê li Yenî Sahneyê jî dê derkeve pêşberî şanohezan.
7'ê mehê Salih Yildizoz wê bi stand-upa xwe "Du ziman", 8'ê mehê jî lîstika Şano Ar "Qral û Travîs" wê li Yenî Sahneyê be.

Tiyatro Mask bi lîstika "Morî", 23'yê mehê lîstika Saqo Kolektîfê "Tirş û Tehl" bê lîstin.
Di nav bernameyê de du lîstikên bi tirkî jî hene; "Karmakarişik" 13'yê mehê tê lîstin; Breht Tiyatro Toplulugu jî bi "Utopyanin Golgeleri" (21'ê mehê) wê li ser dikê be.

Du gotûbêj û îmze
Li aliyê du gotûbêj û îmzekirina pirtûkan hene. Helbestvan û weşanger Lal Laleş 8'ê mehê saet 15'an de wê beşdarî gotûbêjê bibe û dûre pirtûkên xwe îmze bike.
Çalakiya din jî bi beşdariya derhêner Alî Kemal Çinar li dar dikeve. Çinar 16'ê mehê wê li ser xêzeromana xwe "Gênco" biaxive û dûre pirtûkê xwe îmze bike.
Her wiha di nav bernameyê de konsera Ali Dogan Gonultaş heye ku ew jî 24'ê mehê ye.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.