Wêneyê bi navê “Ocean Drifter” ê wênegir Ryan Stalker di pêşbirka “Xelatên Wêneyên Jiyana Kovî ya Brîtanyayê” de bû wêneyê herî serketî.
Wî resmê topeke futbolê girtiye lê ev ne topeke ji rêzê ye ku lîstikvan pê dilîzin. Topa ku wî wêneyê wê girtiye li ser oqyanûsê ye. Nîvê topê li ser avê ye û di bin de jî bi sedan mîdye xwe bi topê ve zeliqandine. Dîmenekî pirr balkêş ava bûye û ev wêne balê dibe ser tiştên avêtî yên li ser û binê behrê.
Ryan Stalker di warê teknîkî de jî wêneyekî serketî girtiye. Her wiha wêne gelek tiştên din jî şirove dike û dike ku insan li ser tiştên avêtî, nexasim jî tiştên plastîk bifikirin.
LONDON