‘Beriya her tiştî zarokek im’

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Mijdar 2023 - 00:26

Ji bo mirov ji zarokên xwe hez bikin, gelek rê û rêbaz hene. Ev hezkirin dihêle ku zarokên malbatekê bi xweşikî mezin bibin. Hunermend Soosh bi teknîka boyaxa avî, kêliyên pirr xweşik ên dê, bav û zarokan diresmîne. Tenê ne dê, bav û zarok her wiha ew wêneyê kal û pîran jî çedike. Resmên wî pirr dilsoz in û fîgûrên xêz dike jî balkêş in.

Li hember pirsa “Tu îlhama xwe ji çi digirî?” hunermend Soosh bersiveke wiha dide:  “Îlhama min insan in. Beriya her tiştî ez zarokek im. Ji zarokatiya xwe ve ez çavdêriyan dikim û lêdikolim bê ka li derûdora min çi heye. Naturmort, tevger û jestên piçûk. Ev hemû fikrên nû li cem min peyda dikin û ez ji van fikran îlhamê digirim.”

Mirov dikare di resmên Soosh de germahiya insanan bibîne. Hestên ku wêneyên wî bi xelkê re çêdikin hestên xweşik in. Peyamên ku ew di van wêneyan dide jî îşaret bi hezkirinê dikin û ev resmên wî derbarê malbatan de moralê xelkê xweş dikin. Soosh dibêje,  “Başiyên ku ez dikim û her wiha başiyên ku xelk li min dikin afirîneriya min ya di warê resman de xurttir dikin. Ji bo ez karibim van hestan li ser kaxezê xêz bikim tebat bi min nakeve. Dixwazim zû bi zû van hestan xêz bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.