Bêrîvan Eyûb hat berdan

Sêşem 10 Gulan 2022 - 21:48

  • Aktîvîsta Behdînanê, Bêrîvan Eyûb Hesen piştî zêdetirî salek û şeş mehan, di girtîgehê de hat hiştin, doh berêvarê hat berdan.

Aktîvîsta Behdînanê, Bêrîvan Eyûb Hesen piştî zêdetirî salek û şeş mehan, di girtîgehê de hat hiştin, doh berêvarê hat berdan.

Aktîvîsta Behdînî Bêrîvan Eyûb Hesen di 13’yê Cotmeha 2020’an de li Hewlêrê li gorî madeya 1 ya yasaya jimara 31 a sala 2003’yan ku taybet elaqedarî ‘têkdana asayîşa nîştimanî ye’ cezayê du sal girtîgehê lê hatibû birrîn.

Parêzerên Bêrîvanê diyar kir ku doh dadgehê bi awayê bi şert, biryara berdana wê daye.

Berîvan 36 salî ye û dayika 5 zarokan e. Sala 2020’an PDK’ê zêdetirî 80 aktîvîst û rojnamevanên Behdînanê kiribûn nezaretê. Bi zilma nedîtî, PDK´ê hewl dabû ku nerazîbûna wan bitepisîne û muxalefeta li dijî xwe bêdeng bike. Li hinekan ceza hatibû birrîn û hin jê jî hîna jî nehatiye dadgehkirin û çarenûsa wan nediyar e.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.