Bêrîvan Aslan hat hilbijartin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 22:35

  • Di hilbijartina 11ʼê Cotmeha 2020ʼan a ji bo Meclîsa Eyaleta Viyanayê de ji partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê Şafak Akçay û ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ketin Meclîsa Eyaleta Viyanayê.

Di hilbijartina 11ʼê Cotmeha 2020ʼan a ji bo Meclîsa Eyaleta Viyanayê de ji partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê Şafak Akçay û ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ketin Meclîsa Eyaleta Viyanayê.
Lê siyasetvanên nêzî AKPʼê jî ketin meclisa eyaletê. Ji Partiya Sosyal Demokratan Aslihan Bozatemur a di lîsteyê de li rêza 30ʼî, 3098 dengên bi tercîh girtin. Bozatemur bi nêzîkbûna xwe ya AKPê tê naskirin. Li gorî hin îddîayan, bi desteka Millî Goruşu Bozatemur ewçend deng wergirtine. Partiya SOZ a bi awayekî fîîlî ya AKPê tê qebûlkirin, li tevahiya Awusturyayê ji sedî 1,7ʼê dengan wergirt û bi vî awayî nekarî benda ji sedî 5ʼê derbas bike û bikeve Meclîsa Eyaletê. Lê mafê xwe çêbû salê 100 hezar euroyan ji dewletê bistîne. Yanî di pênc salan de heta bi hilbijartinê ev dike 500 hezar euro. Gelo wê Awusturya bi vî awayî siyaseta nijadperestên Tirk xwedî bike?

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.