Bêrîtan Canozer dîsa girtin
Şemî 14 Tebax 2021 - 03:19
Polêsên dewleta Tirk a dagirker doh sibehê, bi ser mala nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ya li Amedê de girt û ew kirin nezaretê.
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ketiye ber lêpirsînekê û polêsên tirk ji ber wê bi ser mala wê de girtiye. Canozer piştî lêgerîna li malê, birin Midûriyeta polêsên Tirk a Amedê.
Di rapora îsal ya Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) ya têkildarî azadiya çepemeniyê de dewleta Tirk di nava 180 welatan de di rêza 153`an de cih girt.
Dewleta Tirk wekî girtîgeha herî mezin a rojnamevanan li cîhanê, tê hesibandin.
AMED