Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, kete hefteya 552'an.
Çalakgerên hefteya nû, aktîvîstên ji bajarê Freiburg ê Elmanyayê ne.
Di nava koma nû de Aytaç Ozveren, Tevfîk Dovuş, Abdullah Guven, Arîf Şemo û Reşît Demîr hene.
Aytaş Çozveren bi navê komê axivî û got, "Em tecrîdkirina Rêberê xwe qebûl nakin. Em nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe wergirin. Ew nikare parêzerên xwe bibîne. Em gel, vê nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Ji ber vê bêedaletiya li Rêberê gelekî tê kirin, em ê dewleta Tirk ti carî efû nekin. Banga me li gelê me ye; bila her kes bi berpirsyarî rabe. Bêrî ku sibe dereng bibe. Serokê me rûmeta me ye."
ANF/STRASBOURG