Berhemên Apê Mûsa hemû hatin çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Nîsan 2021 - 03:08

Pirtûka ‘Berhemên Mûsa Anter Hemû’ bi çapa xwe ya taybet, di bergekê de ji weşanxaneya Aramê derçû. Bi boneya 100 saliya jidayikbûna Apê Mûsa weşanxaneyê hemû berhemên wî civandin û di pirtûkeke hezar û 590 rûpelî de çap kir.

Xebat û berhemên Apê Mûsa yên ku di nav 72 salên temenê xwe de  afirandine, bi pêşkekî paqij û çavdêriyeke hêja hat çapkirin û berhem niha li benda xwendevanan e. Weşanxaneya Aramê çendek berê jî bi boneya 100 saliya jidayikbûna Apê Mûsa pirtûkeke bi navê ‘Apê Mûsa 100 salî ye’ li ser jiyana Apê Mûsa weşandibû ku di pirtûkê de cih dabû hizir û ramanên endamên malbatê, dost û heval, hevrê û nasên Apê Mûsa.

Berhemên Mûsa Anter ên ku di pirtûkê de cih digirin ev in: “Birîna Reş”, “Kara Yara”, “Kimil”, “Fıkralar”, “Kimil Davası”, “Şarktan Manzaralar”, “Doğu’nun Kalkınması Türkiye’nin Kalkınması Demektir”, “Vakayîname”, “Hatıralarım 1-2”, “Ülke ve Gündem Yazıları”, “Çinara Min”, “Ferhenga Kurdî Tirkî”.  

Ulaş Guldiken, Ilhamî Sîdar û Rêdûr Dîjle edîtoriya pirtûkê kirin.  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.