Galeriya huner a bi navê Galerie Têt' de l'Art a li bajarê Fransayê Forbachê, serdema xwe ya pêşangehan a 49´an bi pêşangeheke wêneyên xêzkirî û girtî yên 6 hunermendên Kurd ên ji Rojava û Başûr da destpêkirin.
10´ê Tîrmehê bi beşdariya hunermendan bi xwe pêşangehê deriyê xwe li xelkê vekir. Pêşangeh wê heta 14´ê Tebaxê jî vekirî bimîne. Kesê dixwazin wê karibin li gorî qaîdeyên pandemiyê ji saet 14´an heta 18´an li pêşangehê bigerin û li berheman binihêrin. Şêwekar Seîd Îsa, Cehan Ibrahîm, Siwar Mehmûd, Jefer Nûr, Ibrahîm Firas û wênegir Ferhan El-Xilêd di vê pêşangehê de berhemên xwe nîşan didin.
SAARBRUECKEN