Berhemdariya Elî Merdan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Elî Merdan di nava 52 salan de 900 berhem çêkirine. Wî qîmet dida helbestvanên Kurd û ji bo helbestên wan muzîk çêdikir.

FIRAZ BARAN / ANF/KOLN

Elî Merdan di nava 52 salan de 900 berhem çêkirine. Wî qîmet dida helbestvanên Kurd û ji bo helbestên wan muzîk çêdikir.

“Heger mirov dilnizm û biêş be, divê xwe nêzî miqaman neke. Ji ber ku miqam dilekî hişk dixwaze. Heger ne wisa be, mirov dihele. Çiqas bi hêz û ronakbîr be jî, wî davêje êgir.”

Ev gotin yên Hunermend Elî Merdan in. Elî Merdan 24'ê Tîrmeha 1981’ê ji dinya gewrik bar kir û çû. Keça wî Qedriye Elî Merdan, Hunermend Hesen Germiyanî û Rojnamevan Ferman Mihemed behsa wî kirin.

Elî Merdan sala 1904’an de li navçeya Bertakiye ya Kerkûkê ji dayik bûye. Sala 1939’an wî dest bi muzîka profesyonel kir. Heta sala 1981’ê yanî di 52 salan de 900 stran tomar kirine. Peyvên van berheman bi giştî yên helbestvanên Kurd in. Lêbelê Elî Merdan ji bo pirraniya wan muzîk çêdikir.

Elî Merdan gelek qeyd û kaset derxistin. Çend berhemên wî yên naskirî ev in: Fatîma, Kiras Kuderê Awrîşim, Xom û Oda Kam, Kolan bi Kolan, Cana Besiyetî, Ew Parçam û Agirî Can, Şev û Roj Li Xeyal Li Ber Çavî, Mama Canî Mama û Şadeşil Bo Çî Wat Kird.

‘Bi qedrê helbestvanên Kurd dizanî’

Elî Merdan karîbû bi zimanên Erebî, Farisî û Tirkmenî di asta zimanê dayîkê ya Kurdî de biaxive. Wî bi hosteyî li gelek înstrumanên muzîkê dixist. Di nav wan de ûd jî hebû. Keça wî derbarê bavê xwe de dibêje, “Bavê min gelekî bi qedrê helbestvanên Kurd dizanî. Her tim helbestên wan dixwendin û dixwest ji bo van helbestan muzîkê çêke. Bi vî awayî 900 stran derketine. Bavê min jêhatî bû, lê ji wê zêdetir mirovekî pirr dilnizm bû. Kesên ku di warê wî de zana bûn, gelek rêz jê re digirt. Diçû cem wan, bi saetan, carinan jî bi rojan li wan guhdarî dikir.”

Hunermend Hesen Germiyanî dibêje: “Wek ku wî mûzîka Kurdî sparte girtibû, hînî meqaman bû, xwedî derdiket û bi berhemên nû dewlemend dikir. 52 salan bi ruhekî paqij kar û xebat kir û mîraseke girîng ji nifşên siberojê re hişt.”

‘Ji feqî û meleyan hînî meqaman bû’

Rojnamevan Ferman Mihemed behsa Elî Merdan dike û dibêje: “Dema zarok bû her roj diçû Loka Talabanî. Li feqî û meleyan guhdarî dikir. Destpêkê ji wan hînî miqam dibe. Wî rêz li zanînê digirt.”

Elî Merdan 24'ê Tîrmeha 1981’ê wefat kir û li baxçeyê lokê ku li wir dest bi rêwîtiya muzîkê kiribû, hat veşartin.

Pêşkêşvan Barzan Shaswar sala 2004’an ji bo bibîranîna Hunermend Elî Merdan bernameyeke taybet di ROJ TV de amade kir. Di vê bernameyê de jiyana hunermend hate vegotin û stranên wî hatin gotin. Axaftina Qedrîye Elî Merdan û Hesen Germiyanî di nûçeyê de ji ber vê bernameyê hatine wergirtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.