Wê ji bo bîranîna Rojnameger Denîz Firat 6'emîn pêşbirka helbest, çîrok û wêneyan were lidarxistin ku Denîz Firat di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de yên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatibû qetilkirin. Pêşbirk bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) a li Mexmûrê tê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Xwendevanên Azad pêşbirk wê ji bo biranîna Sara Hogir Riha, Bîşeng Brûsk û Rojnameger Seyît Evran were lidarxistin. Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin jî hewce ye heya meha Xizîranê berhemên xwe ji navnîşanên hatine diyarkirin re bişînin. Xelatgirên pêşbirkê wê bi merasîma ku di 8’ê Tebazê de li cihê şehadeta Denîz Firatê, Wargeha Penaberan a Mexmûrê were lidarxistin, bên eşkerekirin.
Beşdarvan dikarin bi zimanê Kurdî, (Kurmancî, Dimilî û Soranî) Erebî û Tirkî beşdarî pêşbirkê bibin.
Şert û navnîşanên miracaetê
Şertên pêşbirkê bi vî rengî ne:
Berhemên ku wê werin şandin, hewce ye beriya niha li tu cihan nehatibine weşandin.
Beşdarvan di beşên helbest û wêneyan de dikarin herî zêde bi 2 berheman û di beşa çîrokan de jî herî zêde berhemekê beşdarî pêşbirkê bibin.
Hewce ye beşdarvan berhemên xwe li gel kurtebiyografiya xwe heya meha Xizîranê ji e-maîla ku hatî diyarkirin re bişînin.
Navnîşanên miracaetên pêşbirkê ev in:
e-maîl: yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat
Telefon: +964 751 842 55 76
Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat
X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat
ANF/MEXMÛR