Sêyemîn Festîvala Biharê ya Silêmaniyê dewa dike. 200 şirket beşdarî festîvalê bûne. Festival li Pêşangeha Navdewletî ya Silêmanî-Tasluce tê çêkirin. Di festivalê de gelek berhemên xwemalî û berhemên biyanî tên nîşandan. Ji bilî şirketên navxweyî, şirketên Îranê, Bakurê Kurdistanê, Misr, Sûdan û Hindistanê jî bi berhemên xwe ve tevlî festivalê bûne.

Pirraniya berhemên xwemalî yên di festivalê de tên nîşandan, berhemên xwarin, cilûberg, kelûpelên ciwankarî û karê destan in. Berhemên ji derve jî pirraniya xwe ji xwarin, mehfûr, kelûpelên ciwankarî, qehwe, kelûpelên pilastîkî û gelek cûrên din in.

Festival îro dikeve roja xwe ya heftan û  bi giştî wê 10 rojan dewam bike. Pirraniya beşdaran û firoşkaran jin in.
Yek ji wan Hestî Saydî ye ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi nîşandana cilûbergên Kurdî tevlî festivalê bûye. 
Welatiyê bi navê Îbrahîm Mecîd jî bi çend cûre ji berhemên xwarinên Kurdewarî tevlî pêşangehê bûye. Îbrahîm dibêje, nedana mûçeyan bandora xwe li pêşangehê jî kiriye. 

Sal bi sal jin zêdetir xuya dikin

Yek ji Rêveberên Festivalê, Gulan Nêrwan jî keyfxweşiya xwe ji ber tevlîbûna jinan a di festivalê de anî ziman û got; “Cihê keyfxweşiyê ye herî zêde jin tevli festivalê bûne.”

SILÊMANÎ