Seroka Meclîsa Rêveber a MSD´ê Îlham Ehmed got, ji bo anîna cem hev a muxalefeta rejîma Sûrî wan bang li Îtîlafê kiriye.
Îlham Ehmed hebûna Emerîkayê li Sûriyê di warê misogerkirina ji bo hevsengiyên siyasî de muhim dibîne û bang li Îtîlafê dike ku niha veguheriye lîstokeke di destê dewleta Tirk de. Îlham Ehmed ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re got, wê ji alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilatê Navîn, Joey Hood re gotiye, hebûna Emerîkayê li Sûriyê misogerkirina ji bo hevsengiyên siyasî girîng e.
Îlham Ehmed got, Joey Hood piştrast kiriye ku Washington hêzên xwe li rojhilatê çemê Ferêt wê bihêle, ji bo ku alîkariya Sûriyeyiyan bike da ku li gorî biryara navdewletî (2254) bigihin lihevkirinên siyasî.
Îlham Ehmed jî ji Hood re gotiye, weke garantor Emerîka ji Sûriyê vekişe, ev ê ji bo siberoja Sûriyê tehlûke be. Wê got, wan wek MSD´ê Joey Hood agahdar kiriye û gotiye, “Dema Emerîka biryara vekişîna ji Sûriyê bide, divê di çarçoveyeke demî û planeke baş lêkolînkirî de be û em jî gihîştibin çareseriyên siyasî û me li hev kiribe li ser çarenûsa herêmê.”
Îlham Ehmed got, wê pêşniyaz kiriye ku kongreyeke giştî ji bo aliyên muxalefetê hemûyan were danîn, da ku çarçoveyeke çêkiin ji bo ku li hember siyasetên rejîmê bin û çareseriyeke siyasî li ser wê ferz bikin.
Îlham Ehmed got, “Em dixwazin peywendiyê bi xelkê Idlib û parêzgehên hundirê Sûriyê wek Şam, Humis, Hema û Quneytere re deynin û ji wan re bibêjin, em aştiyê dixwazin û dixwazin bigihin çareseriyên siyasî.” Wê bang li Hevpeymaniya Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyê “Îtîlaf” û Desteya Danûstandinan jî kir, da ku ew jî bikevin nav hewildan û xebatên ji bo yekkirina refên muxalefetê û avakirina statuyeke siyasî bi nûneriya aliyan hemûyan.
NAVENDA NÛÇEYAN