Berê xwe dan goristanên şehîdan

Duşem 17 Hezîran 2024 - 02:45

  • Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê goristanên şehîdan ziyaret kirin. Herwiha li 7 kantonên herêmê, cejn bi kêfxweşî tê pîroz kirin. Ev rewş jî ewlehî û hevgirtina civakê nîşan dide. Yê herî zêde rengê cejnê xweştir dike, bêguman zarok in.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal pîrozbahiyên cejnê bi ziyaretkirina goristanên şehîdan dest pê dike. Piştî nimêja Cejna Qurbanê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Asayîş, fermandar û şervanên QSD, YPJ û YPG’ê jî di nav de bi hezaran kes serdana goristanên şehîdan kirin. Xelkê ku wêneyên zarokên xwe yên şehîd hilgirtin, gul li ber gorên şehîdan danîn, ayetên Quranê xwendin, dûa kirin û şêranî belav kirin. Di serdanê de rêveberên Meclisên Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl axivîn. Di axaftinan de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin, ewlehiya li herêmê berhemê keda şehîdan e. Kesên axivîn îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û kombûna wan a li derdora saziyên xwe yên sivîl û leşkerî  kirin. Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan û parastina mîraseya wan hat dayîn.

Kulîlkên cejnê zarok!

Li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Qurbanê bi kêfxweşî tê pîrozkirin. Ev rewş jî ewlehî û hevgirtina civakî nîşan dide. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejn di nava aramî û kêfxweşiyê de tê pîrozkirin.

‘Zarok kêfxweşiya cejnê ne’ gotinek e li ser zimanan e. Di saetên serî sibehê de zarok bi cil û bergên xwe yên cejnê mal bi mal digerin û şekirên cejnê kom dikin. Kesên mezin di roja ewil a cejnê de li tax û gundan şandeyên biçûk ava dikin, da ku malbatên şehîdan pîroz bikin. Di heman demê de meclisên malbatên şehîdan û meclisên gel ên taxan ziyaretkirina malbatên şehîdan bi rêxistin dikin. Yek ji çandên civakî yên herêmê ew e ku eger ji malbatekê kesek nû wefat kiribe, di rojên cejnê de tên ziyaretkirin û cejn li wan tê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.