- Dewleta Tirk li gundên Licê Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê bi ser malan de girt, êşkence li gundiyan kir û Mehmetşah û Azîze Bozkurt kirin nezaretê.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Amedê Licê, piştî ku eskerekî wê hat kuştin, dor li 4 gundan girt û êşkence li gundiyan kir. Aqûbeta gundiyên êşkence li wan bû jî heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin nediyar bû. Piştî ku li navçeya Amedê Licê êrişa dagirkeriya Tirk a eskerî çêbû, dagirkeran gundî bi êşkenceyê kirin nezaretê. Tevî êşkenceya li gundiyan hatî kirin jî dewleta Tirk hewl dide ser bûyerê bigire.
Dewleta Tirk pêr li gundên Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê yên ser bi Licêya Amedê, operasyoneke dagirkeriyê ya leşkerî dabû destpêkirin. Di dema operasyona dagirkeriyê de herî kêm eskerek hatibû kuştin û sisiyên din jî birîndar bûbûn. Qet nebe hejmara kuştiyan a dewleta Tirk eşkerekirî ev bû.
Nekarî gerîla êrişî gundiyan kir
Dewleta Tirk a ku di operasyona eskerî de bi bin ket, êrişî gundan kir. Eskerên artêşa Tirk dor li Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê girt.
Cendirme û eskerên Tirk ên dagirker li gundê Mişrifê doh serê sibehê cendirmeyan bi ser mala Mehmetşah Bozkuş de girt. Dilê Bozkuş nexweş e. Hat zanîn ku eskeran êşkence li nava malê li Mehmetşah Bozkuş û hevjîna wî Azîze Bozkuş kiriye.
Eskerên Tirk piştre Mehmetşah û wî Azîze Bozkuş kirin nezaretê. Lê heta nûçeyan me dihat amadekirin jî nedihat zanîn ka dewleta Tirk ev kesên êşkence li wan hatiye kirin, birine ku.
Walî bi derewan ser êşkenceyê digire
Li deverên behsa me li ser wan êrişa dewleta Tirk a eskerî, tevî balefiran dewam dike. Waliyê mîhtingeriya Tirk ê Amedê, îdîa kir ku nûçeyên êşkenceyê nerast in, lê wî jî ne li ser aqûbeta Mehmetşah û Azîze Bozkuş agahiyek da, ne jî karî îdîaya xwe piştrast bike.
Gundikan bi bêelektrîkiyê vala dikin
Du gundikên ser bi Qizilaşana ser bi Dêrika Çiyayê Mazî, saziya dewleta Tirk a elektrîkê DEDAŞ´ê elektrîk birrî da ku gund bên valakirin. Gundî dibêjin, dewlet dixwaze bi hinceta "îstîmlaqkirinê" gundikan vala bike. Ev gundikên hanê Qizila Xerabe û Herem in. Bendavên ji bo avdaniyê wê van gundikan di bin avê de bihêlin. Dewleta Tirk sala 2017´an herdu gundik, erd û milkên wan îstîmlaq kirin. Lê pereyekî weke henekê xwe bi wan bikin dan gundiyan. Ji ber wê gundiyan doz li biryara îstîmlaqkirinê vekir û pêvajoya hiqûqê dewam dike. Tevî vê jî DEDAŞ´ê ev 25 roj in elektrîk ji ser van gundikan qut kiriye. Li gorî gundiyan bi vê yekê DEDAŞ dixwazew gundik beriya biryara dadgehê gundik bên valakirin.
AMED