Bendava Gawiran/Ûrartûyan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 24 Tîrmeh 2020 - 05:00

Kê ev navê “Gawiran” li vê bendavê kiriye? Mixabin ku Kurdên misliman ên li derûdorê rûdin in. Melakendê berê komkujiya Ermeniyan jî gundekî Kurdan bû. Ev gund di dîrokê de tim gundekî Kurdan bûye. Her wisa gundê Neynik û Semerşêxê jî. Li Melakendê hetanê salên şêstî medreseyek hebû, li gorî armancên dagirkeran bû. Yên ev nav li vê bendavê kirine, bi têgîhîştina wan; kesên ne misliman ev bendav çekirine, lema diviyabû jê re “Bendava gawiran” bihata gotin. Ew gawirên ku ev bendav avakiribûn kî bûn? Ûrartû, yanê bav û kalê me Kurdan bû…
Bendavên ji kûrahiya dîrokê mane; yek “Saffa el Kafara li Misrê” ye. Ji bo wê tê gotin ku 2900 î B.M hatiye lêkirin. Ya dudyan li Urdunê nêzîkê bajarê Yawa di 1000 B.M. hatiye avakirin. Û li ser xaka me jî ev Bendava li ser çemoka Mamî Bendava Ûrartuyan e û di salên 800 B.M. hatiye lêkirin. Ûrartûyan li pey vê jî li Wanê bendava Rûşa II. ku niha bi navê gola Keşiş tê zanîn, avakirine. Ev bendava li Melakendî, yekem bendava dîrokî ye ku li ser xaka me hatiye lêkirin û gihîştiye dema me. Em Kurd jixwe dîroka xwe baş nizanin, tenê hin agahiyên biyaniyan wek rastî dibînin. Li gel wê çi tiştên dîrokî li ser xaka me hene, em nizanin. Mixabin ku haya cihanê jî ji vê bendava bi hin taybetiyên teknîkî hatiye lêkirin û li pê maye, tine.
Bendava Ûrartuyan 4 km. Li başûrrojavayê Melakendê, bi qasê 400 mêtre li başûrê Keleha Guliciyê ye. Bendav di navbera girê bi darîn ê li Rojhilat û girê bê dar ê rojava de li ser çemoka Mamîyê ye. Di kadastroya Tirk de bi nimiroya 1607 û di navbera paralêl û meridiyenên 38.92.12 bakur û 42.04.56 rojhilat de hatiye tomarkirin. Ne bendaveke pir mezin e, cihê av lê gol dibe, li dora 250 x 300 metrekareyê de ye. Benda li pêş bendavê bi qasê 50 metreyê direj e, 4 metre bilind e. Berahiya bendê li aliye Rojhilat bi qasê 13 metre, li Rojava 10 metre ye.
Benda bendavê li bakurê hewza bendavê ye û bi pergaleke dubendî hatiye lêkirin, benda hundir û benda der. Dîwarê bendê bi kevirên mezin yên baş hatine teraştin û yên bê teraştineke bi hostayî hatine bi cihkirin pêk tê. Li herdu aliyan jî bi meylekê hêza avê şikandinê hatiye tijîkirin. Her wisa ji bo parastina benda bendavê, di forma çirikan de çend rêyên di dema avrabûnan de, bê ku zirar bide bendê jî çêkirine. Ev teknîka jîrane niha di bendavên nûjen de jî tê bikaranîn. Lema ava biharê ti car zirar nedaye bendave.
Bendav ne tenê di dema Ûrartûyan de hatiye bikaranîn. Piştî Ûrartûyan Med demeke direj li herêmê dimîne, di dema Persan de jî her wiha bi aliyê gelê herêmê ve tê bikaranîn. Împaratoriya Roma carê vê bendavê restore dike. Agahiyên li ser vê bendavê dibe û dikin bingehê bendavên nûjen û ji xwe re dikin mal. Saziya Tirk DSÎ jî di salên şêstî de carê restore dike. Lê niha zêde lê xwedî nabe. Niha di hin deverên bendê de rûxandin pêkhatiye. Lê hê jî zevî û ziyanê deşta Zoxar û devera Ziyaretê bi ava wê tê avdan. Yanê xizmeteke nêzî 3000 salî. Lê mixabin ji vê ked û bendekariyê re jî rêz nehatiye girtin û navê “Bendava Gawiran” bi serbilindî tê bikaranîn. Heyf e ku nifşên paş pêşiyên bi vî awayî bi nav bikin.
Hûn dibînin, em kîjan rûpelê radikin bi texrîbatên dijminan, ji birînên ragirtî nêm diherike. Mixabin ku xwendayên ji herêman jî pirên caran ev rastiyên ji kûrahiya dîroka bav û kalan tê, cidî negirtine. Hêvî dikim ku nivîsê bi vî rengî wek kêr li kezeban bikeve, daku mirovên me li xwe û rastiya xwe vegerin. Hetanê kelehek din bimînin di nava xweşiyê de.
Çavkanîyên kelehên li parêzgeha Mûşê: 1 – Lêkolînên Arkolojîk yê rûyê zemînê parêzgeha Muşê di pisporiya Prof. H. B. û S. E. de Sal 2014 – 2018
2 – Lêkolînên min û telefonên bi kesayetiyên ji herêmê re.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.