Belgeyên sûcên şer ên dewleta Tirk
Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:18
- Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) di dema êrişên dewleta Tirk ên ji pêr ve li dijî Zirganê û gundewarên dewrûbera Til Temirê, sûcên şer ên dewleta Tirk belge kirin.
Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) di dema êrişên dewleta Tirk ên ji pêr ve li dijî Zirganê û gundewarên dewrûbera Til Temirê, sûcên şer ên dewleta Tirk belge kirin. Di dîmen û wêneyên ANHA´yê belavkirî de eşkere xuya dike ku dewleta Tirk deverên şên ên xelkê sivîl dide ber topan. Hem malên xelkê, hem jî avahiyên xizmetguzariya giştî dibin armanca êrişên dewleta Tirk.
Doh sibehê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dagirkeriyê, careke din êrişî navenda navçeya Zirganê û gundên Esediyê, Xidirwî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbet Şeîr ên Zirganê kir. Dagirkeran bi çekên giran Zirgan û gundên navbirî topbaran kir.
Di encama topbaranê de zirara madî li milken welatiyên gundan û li navendên xizmetguzariyê yên li Zirganê bû.
Ji wêneyên ANHA´yê jî xuya dike ku Şaredariya Gel a Zirganê hatiye topbarankirin û zirarên mezin gihîştine avahiya şaredariyê.
Li gorî qanûnên navneteweyî, hedefgirtina navendên xizmetguzariyê sûcekî şer e û divê hesab jê were xwestin. Lê belê saziyên navneteweyî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin.
HESEKÊ