Belgefilma înternasyonalîstan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Mijdar 2020 - 02:43

  • Gava mirov li belgefilmê temaşe dike, ew zerreya dînîtiyê ya ku wê temaşevanên welatên rojava lê bigerin, nîne. Di dîmen û axaftinên di filmê de tenê tiştek xuya dike: Rêza ku ev mirovên ciwan ji hev re digirin. Lê belê, helbet bi serê xwe terciha belgefilma li ser înternasyonalîstan, nîşana rengekî oryantalîzmê ye.

Belgefilmeke li ser înternasyonalîstên di şerê azadkirina Reqayê de cih girtî di televizyona Fransî-Elman Arte TV de bi navê “Volontaires étrangers dans l’enfer de Raqqa (Dilxwazên biyanî li dojeha Reqayê)” tê weşandin. Film wê heta 23´yê Tîrmehê li ser malpera Arte TV tê weşandin.
Di filmê de gelek înternasyonalîst di dema şerê ji bo azadkirina Reqayê de cihê xwe girtî, hem di dema şerî de û hem jî piştre xuya dikin. Yanî kamerayekê dîmenên tabûra înternasyonalîstan di dema şer de girtine, û piştre jî dîmenên hinan ji wan li welatên wan gavabi malbat û dostên xwe re ne, hatine girtin.

Dîmenê segvanekî Skoçî xuya dikin. Li ser doşekeke qirêj a li ser maseyekê bi cih kirî xwe dirêj kiriye û tivinga wî ya sekvaniyê li ber e. Awira wî her li armancê ye. Piştre ji kamerayê re dipeyive: “Her kes dixwaze bibe sekvan, bêyî ku zanibin sekvanî çi ye.” Gava ku ew ji konserveyekê dest bi xwarina meqernayekê dike, teqîneke mezin cihê lê di nava toz û dûmanê de dihêle.
Wî sala 2017´an biryar da ku bîr û baweriya wî û kirinên wî hev bigirin. Weke Robîn, Bagok, Arîal û Çîar. Navê wî li vir Guevara ye. Wî qebûl nekiriye ji dûr ve li holan, yan jî weke çalakgerekî înternetê piştgiriya Şoreşa Rojava bike.
Ew weke îdealîstekî ku bi şîrê antîkapîtalîzmê hatiye mezinkirin, xuya dike. Wî wisa jî cihê xwe di nava tabûra înternasyonalîstan girtiye, bi fermandariya Kurdan şerê DAIŞ´ê dike.

Ne dînîtî rêzgirtin

Gava mirov li belgefilmê temaşe dike, ew zerreya dînîtiyê ya ku wê temaşevanên welatên rojava lê bigerin, nîne. Erê ew di şerî de her di tehlûkeyê de ne û angajmana wan jî erê li gorî rojavayiyan radîkal e. Lê di dîmen û axaftinên di filmê de tenê tiştek xuya dike: Rêza ku ev mirovên ciwan ji hev re digirin. Kesî jî li ser wan ferz nekiriye, rabin û biçin şerekî bikin li ser navê mafê mirovan yan jî demokrasiyê.
Gava Çîar dibêje, ez hîç hez ji sîlehan nakim û dibêje, xwişk û dayika wî dizanin ew li rojava ye, lê nizanin şer dike, ji dil dipeyive.

Keysa temaşeker lê tê şiroveya xwe bike

Kamera û awirê derhêner zêde xwe daxilî şiroveyê nake. Derfetê dide temaşeker ji karekterên di belgefilmê de fêm bike û bi xwe şiroveya xwe bike.

Film saetekê dirêj e û bi derhêneriya Pedro Brito Da Fonseca û Paul Moreira par hatiye çêkirin. Film wê heta 23´yê Tîrmeha 2021´ê li ser medyatheka ArteTV´yê bimêne û kesên dixwazin dikarin lê temaşe bikin ku li gorî rêzefilma di heman televizyonê de bi navê Noman´s Land hat weşandin, dûrî fîksiyona oryantalîst a rojavayiyan e. Lê belê, helbet bi serê xwe terciha belgefilma li ser înternasyonalîstan, nîşana rengekî din ê oryantalîzmê ye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.