Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcên li dijî jinan ên li Efrîna dagirkirî yên ji 2018′an ve eşkere kir û got zêdetirî hezar jinî hatine revandin, 99 hatine qetilkirin, 74 jin rastî sûcên tecawiz û tundiya zayendî hatine.
Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî, daxuyaniyek da. Endama rêxistinê Heyhan Elî li Kampa Serdemê bi beşdariya endamên yekîtiyan û saziyên sivîl, daxuyanî xwend.
Heyhan Elî got, “Ji bilî di şerên Mongol, Tataran ên di dirêjahiya dîrokê de ji qetilkirin, revandin, êşkencekirin û şideta cinsî de mîna van sûcên dewleta Tirk li Efrînê dike, pêk nehatine. Li gorî madeyên 6-7-8 a Peymana Romayê ya bingehîn ev sûc û binpêkirin dikevin xana sûcên şer û li dijî mirovahiyê.”
Heyhan Elî paşê sûcên dewleta Tirk ên ji destpêka dagirkeriyê ve li dijî jinan hatine belgekirin, kirin rêz. Li gorî vê ev sûcên hanê hatine belgekirin:
* Zêdetirî hezar jinî hatine revandin û çarenûsa gelekan ne diyar e.
* 99 jin hatin qetilkirin; ji wan 9 di rewşên nediyar de qaşo xwe kuştine.
* Şideta cinsî yan jî destavêtin li dijî 74 jinan pêk hatiye.
Di dewamê de Heyhan Elî got, “Ji wê zêdetir jî diyardeya zewicandina zarokan di bin zextê û zorê de heye.”
Wê li ser navê aktîvîstên jin ên mafên mirovan bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, mirovî û jinan kir da ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnên li hember sûcên li dijî tevahî welatiyên li herêmên dagirkirî rabin. Wê xwest sûcdarên sûcên nexasim li dijî jin û zarokan bên cezakirin û zext li dewleta Tirk a dagirker bê kirin da ku ji deverên dagirkirî vekişe.
ANHA/ŞEHBA