Bêhna fîşek û qurnefîlan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Gulan 2023 - 04:49

Li Navenda Çand û Huner a Hewlêrê, ji bo nîşandana êşên jinan û bihêzkirina jinan, beramberî pirsgirêkan, pêşangeheke hunerî hate vekirin.

Pêşangeh bi mûzîk û baleyê hat vekirin. Di pêşengehê de 29 tablo û çendek peyker hatin nîşandan. Di tabloyekê de behsa Rojavayê Kurdistanê tê kirin ku parçeyên din ên Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî Rojava kirine.

Hunermend Bêro Ebdula, berhemên xwe yên 11 salan di pêşengehê de bi navê “Bêhna fîşek û qurnefîlan” li Navenda Çand û Huner a Hewlêrê bi tevlîbûna Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî yê Hewlêrê Ferheng Xefûr, gelek hunermend, rewşenbîr û welatiyan pêşkêş kir.

Pêşengeh bi temamî wê 4 rojan dewam bike. Tê de bi riya tabloyan êşên jinan tên vegotin. Weke tabloya Mariya Samî ya ku ji aliyê birayê xwe ve bi 9 guleyan hat kuştin, her wiha Jîna Amînî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polêsên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hat şehîdkirin, û jinên din ên êş û azar di jiyana xwe de dîtine, nimûneyên hunerê wê ne.

Hunermend Bêro Ebdula derbarê pêşangehê de got, “Pêşangeha ‘Bêhna fîşek û qurnefîlan’, pêşengeha min a hunerî ya duyem e ku min tê de berhêmên xwe yên 11 salan nîşan dane. Di pêşangehê de 29 tablo, nexş û çend peyker hene, ew berxwedana jinan dihewînin. Tablo, êş û azarên jinan radixin berçavan, wan êş û azarên ku her roj jinm dikişînin. Ew her wiha hêz û berxwedana jinan jî tînin ziman.”

Bêro Ebdula her wiha bang li aliyên peywendîdar kir da ku giringiyê bidin tecrûbe û behreyên ciwan û jinan û got, “Divê hikûmet piştevaniya projeyên hunermend û wênesazan bike, da ku hêz û behreyên xwe bi pêş bixin.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.