Bedlîs bi DEM’ê radibe piyan

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:47

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sumeyya Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş gotin qeyûm hemû nirxên bajêr tine kirine û gotin, ‘’Em ê Bedlîsê rakin ser piyan. Em vê vînê bi gel re dibînin.’’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Namzetên hevşaredariyê yên Bedlîsê jî di vê çarçoveyê de derî bi derî digerin. Namzetên hevşaredariyê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku derî bi derî geriyan û doza piştgiriyê li welatiyan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin bi gel re pirsgirêkên bajêr çareser bikin.

Em ê kargehan vekin

Kizilkayayê diyar kir li bajêr kêmasiya kar a jin û ciwanan heye û got, "Em ê qadên xebatê ji jinan re çêbikin. Em ê kargehan vekin. Helbet em ê ji bo ciwanan jî bikin. Ger hewce bike em ê qursan jî vekin û bazaran ava bikin. Jin dikarin tiştên ku çêdikin li vir bifroşin. Çi ji destê me bê em ê bikin."

Karabaş diyar kir  qeyûm û AKP'ê  hemû nirxên bajêr tune kirine û wiha got: "Ji bo welatiyan cih û warên jiyana civakî nemaye. Bajar, di warê perwerdehî û betaliyê de di rêza dawîn de ye. Tiryak zêde belav bûye." 

Em ê tesîsa civakî deynin

Karabaş got: “Li vir kreş nîn in, cihê jinên kedkar tune ye ku zarokên xwe lê deynin. Qadên ku ciwan çalakiyên xwe yên civakî, çandî û werzişî pêk bînin tune ne. 40-50 sal berê sê sînema hebûn, îro cîhê sînema, şano, muzîk û folklorê nemaye. Em ê ji bo van hemûyan tesîseke civakî ava bikin. Em ê mala jinan ava bikin."

Em ê Bedlîsê rakin 

Karabaş her wiha destnîşan kir ku wê hejmara wesayitên veguhestinê bê zêdekirin û mexdûriyetên dikandarên ku cihê wan ên kar hatine xerakirin jî wê çareser bikin. Karabaş wiha got: "Em ê di 31'ê Adarê de di hilbijartinê de bi ser bikevin. Pirsgirêkên bajarê me giran in. Lê em ê bi partî, odeyên xwe, ciwan û jinan re Bedlîsê rakin ser pêyan. Di vî warî de em vîna gel dibînin."

Karabaş anî ziman ku ew ê piştî 31'ê Adarê, Bedlîsê bi hev re bi rê ve bibin û wiha got: “Em bang dikin ku em bi hev re Bedlîsê bi rê ve bibin." 

Herî dawî Karabaş ji bo mîtînga mezin ku wê di 28’ê Adarê de li kêleka Mizgefta Mezin bê lidar xistin kir.

MA/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.