Bedewiya dirc û qaqilkên deryayê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Hezîran 2021 - 10:09

Li peravên behrê mayîn, mirovan aram dike. Gelek mirov gava diçin ber perê behrê, li wir bi keviran tiştinan çêdikin û dixwazin di nav sîlikê de wext bibuhirînin. Hunermend Anna Chan ku li New Yorkê dimîne, li ber perê behrê peykerên ji dirc û qaqilkan çêdike. Berê ew bi karê mucewheran re mijûl bûyer. Lê pandemiyê li ser karê wê jî bandoreke ne baş kir. Ew jî bi hatina pandemiyê re bi keça xwe ya 10 salî re li ber perê behrê,  wext bihuran, û bi dirc û qaqilkên deryayê peykerên ajalan çêkirin.

Chan dibêje, “Ji bo van parçeyan kom bikim û peykeran çêkim, min destên xwe bi kar anîn. Ev ruhekî azad bi min re çêdike, nexasim jî di van demên zehmet de.” Chan hingî ji vî karî hez dike, piştî demekê ew qum, dircan û qaqilkên deryayê û sedefan tîne geraca xwe ya malê û li wir karê xwe dewam dike û niha ew li wir dixebite.

Chan, destpêkê peykerê kûsiyekî çêdike û bere bere gelek peykerên ajalên din jî çêdike. Rengê dircan jî li gorî taybetmendiya ajalan ew hildibijêre û wan wisa bi cî dike di nav sîlikê de. Chan dibêje, “Dirc û sedef ji bo min wek mucewherên piçûk in, her yek ji wan parçeyekî mozaîkê yê karên min e. Ez ji reng û şiklê wan û ji parçeyên wan yên şikeştî îlhamê digirim. Bedewiyeke wan heye ez ji vê bedewiya wan hez dikim.”

Ev kar despêkê ji bo Chan di dema pandemiyê de mijûlahiyek bû. Lê niha ew jî vî karî hez dike û bêhtir berê xwe daye dirc, sedef û qaqilkên behrê, û bi wan peykeran çêdike. Chan dibêje, “Berê min herî, qumaş û şima jî bi kar anî ji bo karên xwe lê yek ji wan nikare ciyê qûmê bigire, hesta bi qûmê re cuda ye. Ez xwe nêzî qûmê hîs dikim û girêdaneke min a cuda pê re heye, gava destên min di nav qûmê de bin, destên min bêhtir dizanin ka ew dê çi çêkin û azad tevdigerin.”
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.