- Fermandariya Biryargeha NPG´ê bi daxiuyaniyekê da zanîn ku 17 gerîlayên din ên Kurdistanê bi sîlehên kîmyewî hatine şehîdkirin û ji saziyên navneteweyî, aliyên elaqedar û gelê Kurd ê li welêt û derveyî welêt re got, “Bêdengiya we hovîtî zêdetir kir”.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, nasnameya 17 gerîlayên di êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê got, ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî, êrişên kîmyewî zêde bûne. Bi vî awayî di nava 2022´yan de hejmara gerîlayên bi sîlehên kîmyewî hatin şehîdkirin, bû 44.
Fermandariya Biryargeha NPG´ê derbarê gerîlayên di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûne got, “Li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker di Sibata 2021’ê de dest bi êrişa Garê/Siyanê kiriye û li qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî ji wan diçe yên navneteweyî qedexe, bi kar anîne û van çekên qedexe hê jî bi kar tîne. Artêşa Tirk li herêma Siyanê ya Garê, li qada Zendûra ya Metînayê, li qada Mamreşo ya Avaşînê, li qadên Girê Sor, Aris Faris, Girê Qertal û Werxelê di sala 2021’ê de 367 caran bombeyên qedexe bi kar anîn û êrişên bi çekên kîmyewî kirin. Di van êrişan de 46 hevalên me şehîd bûn.
2 hezar û 467 caran sîlehên kîmyewî
Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û saziyên navneteweyî yên elaqedar xwe li vê meseleyê kerr û kor kirine. Hêzên me yên gerîla di çarçoveya mafên meşrû, mirovî û demokratîk ên gelê Kurdistanê de peywira xweparastinê dikin. Dewleta Tirk jî xwe dispêre piştgiriya ku NATO´yê daye wê, her cure sûcê dermirovahiyê dike. Hikûmeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û sala 2022’an di êrişa dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Di sala 2021´ê de û bi taybetî di sala 2022’yan de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê Nîsana 2022’yan heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehan de, me tespît kiriye ku 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrişan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameyên wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatin şehîdkirin.
PDK lêkolîna meseleyê asteng dike
Heyetên xwestine werin herêmê û derbarê bikaranîna çekên qedexe lêkolînê bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Heyetek hatiye heta navçeya Amêdiyê ku 5 kîlometreyan dûrî wê ev çek hatibûn bikaranîn, lê PDK´ê destûr nedaye ku heyet lêkolînê bike. Lê hêzên me di nav şertên herî dijwar û bomberdûmanê de, gelek dîmen û belgeyên ku sûcên şer ên artêşa Tirk derdixin holê, parçe bi parçe pêşkêşî raya giştî kirin. Ligel vê jî raya giştî ya demokratîk têra xwe bi baldarî nêzî vê meseleyê nebûye, saziyên elaqedar deng û îtîraza xwe bilind nekirine. Hikûmeta şerê taybet a AKP û MHP’ê ji vê yekê hêz stendiye, li hemberî gerîla nekariye encamekê bistîne û bi taybetî van mehên dawiyê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî zêdetir bi kar anîn.
HPG wê ji heyetan re bibe alîkar
Tevî gazên kîmyewî, cureya bombeya taktîk nukleer a ku pergala tunelê hildiweşîne û li devereke teng bandora jehrîbûnê ava dike, zêdetir bi kar tîne. Ev bombe ne bombeyên wisa ne ku li qadeke berfireh radyasyonê belav bikin. Ev bombe dozaja wê hatiye eyarkirin, şideteke mezin û germahiyê derdixînin holê û li qadeke teng bandora wê ya kuştinê heye. Bombeyên termobarîk û bombeyên fosforê yên xwedî heman taybetmendiyan jî hatin bikaranîn. Heke hatina heyetên lêkolînê neyê astengkirin û hatina wan a qada şer nehate qedexekirin û derfeta ewlekariyê pêk bihata, wê bi awayekî zelal derketa holê ku dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne. Em Hêzên Parastinê yên Gel diyar dikin li ser van esasan em ê li gorî derfetên xwe ji heyetan re bibin alîkar.
Li Zap û Avaşînê 17 şehîd
Di rojên bihurî de di êrişên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne. Di nav van hevalên me de şehadeta heval Baz (Mehmet Can Evren) berê hatibû eşkerekirin û lê ji bo ku diyar nebe çeka ku dijmin bi kar tîne dikare encamê bistîne, sedema şehadeta wî ji bo tevdîrê cihê hatibû nîşandan.
Artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer li qada Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rejîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşa Tirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan, ev sûcên şer wê zêdetir bibin.
Banga li aliyên eleqedar hemûyan!
Nebin hevkarên van sûcên dermirovî! Nebin hevkarên sûcên rejîma Erdogan-Bahçelî ên faşîst ku nirxên darazê yên serdema me ya herî bilind dixin bin lingan û cesaretê nedin wan.
Di serî de Neteweyên Yekbûyî yên di her demê de guhê xwe li bang û hewarên gelê Kurd girtî, em bang dikin li saziyên navneteweyî, hêzên demokratîk ên navneteweyî, saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan da ku ji dewleta Tirk re bibêjin ‘Raweste’ û helwêstê nîşan bidin.
Rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê li ber Hêzên Gerîlayên Kurdistanê, winda dikin; li ber bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin. Divê li Kurdistanê gelê me û gelê herêmê li dijî van rêbazên şer ên dermirovî, hêza xwe ya civakî, helwêsta pêwîst nîşan bidin. Divê saziyên demokratîk, welatparêz, jin, ciwan, kedkar û welatparêzên li Kurdistanê, hêzên demokratîk ên li Tirkiye û herêmê, di vê mijarê de xwedî berpirsyar bin.
Kurdên li sirgûn bi erka xwe rabin!
Divê gelê me yê li derveyî welat, dostên me yên azadîxwaz, dewlet û saziyên navneteweyî yên ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj çavê xwe li sûcên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê digirin, vê helwêstê di raya giştî de teşhîr bikin. Ji bo vê lidarxistina çalakiyên girseyî, wê bibe erkeke demokratîk û helwêsteke şoreşgerî.
Îro rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên qirker li ber nirxên mirovahiyê sûcên şer dike. Çawa ku sala 1938’an di pêvajoya qetlîama li Dêrsimê de rayedarekî dewletê gotibû; ‘li nava şikeftan me jehra mişkan bi kar anî û hemû kuştin’ îro jî heman tiştî hovanetir, sîstematîktir dikin.
Em li dijî sûcên hiqûqa navneteweyî û neteweyî yên dewleta Tirk, saziyên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî û parêzvanên mafê mirovan vedixwînin bi erka xwe rabin. Em bang li hemû beşên xwedî hestên mirovî dikin da ku li dijî pêkanînên dermirovî, xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin; erka xwe ya mirovî, exlaqî, wijdanî pêk bînin.
Em hemû hevrêyên xwe yên bi çekên qedexe şehîd bûne û tevahiya şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja û gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin.
NAVENDA NÛÇEYAN