Bêdengî û dubeniyên me

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Mijdar 2024 - 00:52

Hunermendê Katalanî Jaume Plensa bi peykerên xwe yên mezin ên ku li meydanên qamûyî hatine bi cih kirin tê zanîn. Wî vê carê jî peykerên xwe yên ji pola li avahiya herî dîrokî ya Palma de Mallorca bi cih kir. Avahiya La Llotja navendeke kevn e ku ji hêla bazirganan ve dihat bikaranîn. Her wiha weke hala masiyan jî kar dikir. Lê di van salên dawî de ji bo pêşangeha jî tê bikaranîn. 

Du peykêr mezin ku tiliyên xwe birine ber devên xwe me dawetî bêdengiyê dikin û dibêjin bêdeng bin! Her wiha ew balê dibin ser dubendiyên li dinyayê jî. Peykerên bi navê “Invisible Laura” û “Invisibile Rui Rui” pişta xwe dane deriyê mezin ê avahiyê û weke xeyaletan disekinin. Lê di heman demê de weke parçeyekî avahiyê jî disekinin. 

Hunermend Jaume Plensa ji bo vê projeya xwe dibêje; “Ez bi vê projeyê bi dubendiyên dinyayê daketim. Janus yek ji xwedayên sereke yê Romaya Antîk bû. Du ruyên wî hebûn; yek li rabuhiriyê û yê din jî li siberojê dinihêri. Rûyê me yê di eynikê de her wiha rûyê hezkiriyên me û kesên ku em nas nakin jî nîşan dide. Mêr jî jin jî di her fersendê de rûyê xwe parve dikin. Dubendiya sî û beden, şev û roj, dilşadî û êşê…dubendiya xeyalên me yên ku li bendê ne di eynikekê de xwe bidin der…” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.