Bêdengî sûcan teşwîq dike

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:15

  • Hevseroka MESD´ê Emîna Omer: Ev proje hebûn, çand û dîroka Kurdan û gelên din dike hedef. Çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng dike. Ev karekî nijadperestî ye û ji ber bingehê dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd tê kirin.

EKREM BEREKAT / ANHA/HESEKÊ

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer da zanîn ku pîlana bicihkirina penaberên Sûrî li derveyî herêmên wan, pîlaneke xeternak e û çareseriya siyasî ya Sûrî asteng dike. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî destekê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe dewam bike.

Dewleta Tirk bi rêya koçberên Sûriyê siyaseteke pirralî dimeşîne. Penaberên ji sûrî li aliyekî weke sîleh li dijî Ewrûpayê, di hundirê Tirkiyê de jî weke karkerên destheq erzan û ji bo pêkanîna guhertina demografiyê li herêmên din tên bikaranîn.

Di demên dawî de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, behsa pîlana bicihkirina milyonek koçberên Sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî kir. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi fînansmana komeleyên Qeterî û Kuwêtî gelek avahiyên mêtingeriyê ava kirin ku Erdogan pîlan dike wan penaberan tê de bi cih bike.

45 rêxistinên hiqûqî, civaka sivîl û rojnamevanan bang li sekretêrê giştî yê NY´ê û YE`yê kir da ku xetera pîlana dewleta Tirk a guhertina demografiya Bakurê Sûriyê bibînin û hişyar bin.

Penaber kirin sîleh

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîna Omer got, siyasetên dewleta Tirk li hemberî koçberên Sûrî siyaseta şantajkirinê ye û wiha axivî: "Di destpêkê de dosyaya koçberan di aliyê mirovî de hate bikaranîn. Niha jî di aliyê siyasî de weke kozeke serketî di hilbijartinên li pêş, ên dewleta Tirk de tê bikaranîn."

Temamkirina qirkirina Kurdan

Emîna Omer got, armancên dewleta Tirk bi vê pîlanê eşkere ne, û ew jî valakirina herêmên Kurdan ji xelkê Kurd, guhertina nîşaneyên wê, tinekirina nasnameya wê ya çandî ye: "Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe li hember sûcên li herêmên dagirkirî, nikare ji berpirsyariya xwe ya li hemberî van sûcan bireve."

Emîna Omer got, bêdengiya civaka navneteweyî tê wê wateyê ku wê rê daye dewleta Tirk da ku sûc, binpêkirinên xwe û pêkanîna komkujiyan, dewam bike.

Çareseriya siyasî asteng dike

Emîna Omer îşaret bi projeya bicihkirina koçberên Sûrî li herêmên dewleta Tirk dagirkirî kir, ev proje weke xeter bi nav kir. Wê got, armanca wê jî ew e ku deverên dagirkeriyê berferehtir bike: "Ev proje hebûn, çand û dîroka Kurdan û gelên din dike hedef. Her wiha çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng dike. Helbet ev karekî nijadperestî ye û ji bingehê dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û tinekirina Kurdan, tê kirin."

Destûrê nedin mêhtingeriya Tirk 

Emîna Omer got, rêbazên dewleta Tirk, heta asteke mezin li gorî nihêrîna hikûmeta Şamê ye û wiha peyivî: "Her du jî li ser esasê desthilatdariya navendî ava bûne ku şêniyan bitirsînin û bigirin da ku wan koçber bikin, her wiha dev ji berpirsyariyên xwe ji bo parastina şêniyan û pêkanîna ewlehiyê berdin."

Hevseroka MSD`ê Emîna Omer binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gefan li ewlehî û aramiya civakan dixwe. Guhertina demografiyê li wan herêman mayînde dike. Em bang li civata navneteweyî dikin da ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku projeyên wê yên mêhtingeriyê li Sûriyê, pêk bîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.