‘Bêdeng’ sê rojan li Şehbayê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Mijdar 2020 - 23:12

Rêvebera Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê Sozdar Omer bal bire ser amadekariyên xwe yên ji bo “25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî Şideta beramberî jinê ya cîhanê” û got, “Bi hatina rojê, lîstika şanoyê ya bi navê ‘Bêdeng’ sê rojan li Şehbayê wê bê pêşkêşkirin.”

Sozdar Omer di dewamê de got, “Mijara lîstika ´Bêdeng´ şideta li dijî jinan e. Ev şidet di serî de wekî fikir hate destpêkirin, paşê her pergalekê bi rêbazekê di nava civakê de şidet weke pençeşêrê belav kir. Her wiha, vê tundiyê kiriye ku jin di çarçoveya şermê de nema karibe dengê xwe bike. Armanca me bi vê şanoyê ew e ku şideta pergalê ya li dijî jinê, em derxînin holê û hebûna jinê bi civakê bidin nasîn.”

Sozdar Omer got amadekariyên wan jî temam bûne, “Ev hefteyeke me dest bi amadekarî û provayên lîstikê kiriye. Her wiha divê lîstikê de hem jin hem jî mêr cihê xwe digirin. Hebûna mêran di vê lîstikê de danasîna rêbazên şideta li dijî jinê ye. Ruxmê derfetên kêm, em ê rojên wiha pêşwazî bikin û şideta ku li ser jinê tê meşandin red bikin.” 
Sozdar Omer herî dawî diyar kir ku wê lîstika wan sê rojan dewam bike: “Lîstika me 20’ê Mijdarê dest pê bike û 22’yê Mijdarê bi dawî bibe. Yanî 3 rojan wê sê caran li Şehbayê li sê cihan bê nîşandan. Bi hêviya ku her jinek hebûna xwe û zihniyeta zilam a serdest têde bibîne.”

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.