Bêdeng nemînin

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:35

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da. KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya PDK’ê digre û got: “Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û diyare dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike. Bi van êrîşan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke û heremê bide valekirin.” Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê wiha ye:’’Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer carek din 21'ê Sibatê li Behdînanê êrişî xelkê sivîl kir. Di êrîşê de Beşîr Omer Alî û Arîf Taha şehîd bûn. Di salên dawî de nêzî 1500 kesên sivîl rû bi rûyê êrişên bi vî rengî bûne. Em weke KNK bi tundî van êrîşan şermezar dikin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre.  Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û diyare dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike. Bi van êrîşan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke û heremê bide valakirin. Diyare ev êrîşên dagirkeriyê bi dilê hikûmet û desthilata PDK’ê ye. Heta niha ne hikûmet ne jî desthilata PDK’ê li xelkê herêmê xwedî derneketiye û helwest nîşanî van êrîşan nedaye. Em vê helwestê jî bi tundî şermezar dikin. Lewra em bang li hemû hêzên Kurd û Kurdistanî dikin ku li dijî êrîşan derkevin, bi helwest bin û şermezar bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.