Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 mehên xwe qedandin û ketin meha 5´an. Çalaikyên li dijî rejîma Îranê bi awayê bibîranînên ji bo şehîdên raperînê nexasim jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Îranê dest bi şopandina xwepêşadanan bi droneyan kir. Wekî din li Sine û Bokanê jî dewletê zextên xwe yên li ser seyda û melayên Kurd zêdetir kirin. Du melayên gundan ketin ber vê zexta dewletê. Li aliyê din, di van rojên dawiyê de gel li dijî nebûna sotemeniyê dadikeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dide.
Bi droneyan li xelk şopandin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kesî merasîma çileyê şehîdbûna Humen Ebdulah hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin jiyan azadî’ hate gotin. Kesên tevlî merasîmê bûn sirûdên nîştimanî yên Kurdistanê gotin. Di dema merasîmê de hêzên dewleta Îranê, bi droneyan çavdêrî kirin û ji bo çavtirsandinê, xelk şopandin.
Li dijî seyda û melayên Kurdistanê
Rejîma Îranê wekî din ji bo çavtirsandinê û tepisandina xwepêşandanan, berê xwe dide seyda û melayên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Ajansa Nûçeyan KurdPayê da zanîn ku yekşema bihurî (15´ê Çile) hêzên dewleta Îranê, mela Hesen Fethî Xizirlekî kirine nezaretê. Mela Hesen Fethî Xizirlekî melayê gundê Qaziliyan ê ser bi bajarê Bokanê ye. Hêzên rejîmê bêyî nîşandana sedem û belgeyan melayê Kurd kirin nezaretê û cihê lê ragirtî jî nehatiye eşkerekirin. Yanî bi aqûbeta mela Hesen Fethî Xizirlekî nayê zanîn. Heta niha ti agahiya derheqê tohmetên li dijî melayê kurd jî berdest nîne.
Seyda Madih Keremî jî melayê mizgefta gundê Hûye yê ser bi Sinê ye. Hêzên dewleta Îranê bang li wî jî kirin da ku biçe dadgeha bajarê Şûwêşê.
Li gorî agahiyên KurdPayê, karbidestên dadweriya rejîmê ji melayê Kurd re ragihandine, ku dosyaya wî bi tohmeta “propagendakirina li dijî hikûmetê û piştevaniya xwepêşanderan”, “têkdana nîzama giştî” û “handana bîrûraya giştî” bo dadgeha taybet a seydayên dînî ya bajarê Hemedanê hatiye şandin. Yanî ev dadgeha taybet a li Hemedanê jî wî gazî melayê Kurd bike.
Sotemenî nemaye
Xelkê li bajarên Turbet Cam û Taybadî yên ser bi parêzgeha Xorasanê, li dijî nebûna sotemeniyê, çalakiyên berfireh lidarxistin. Rejîmê ji bo rê li çalakiyan bigire, hêzeke mezin veguhest her du bajaran.
Seferatên Îranê bigirin!
Bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Îranê, bi hezaran kes li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlamentera Belçîkayê Derya Sefayî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew ji bo Supayê Pasdaran weke çavkaniya terorê bên naskirin, kar dikin. Çalakvanan xwest welatên Ewrûpayê bayozxaneyên Îranê bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN