• Li gelek welatên Ewrûpayê ji bilî pîrozbahiyên newrozê yên navendî, şahiyên pêxistina agir û meşên bi meşaleyên Newrozê jî hatin lidarxistin. 

Li gelek welatên Ewrûpayê ji bilî pîrozbahiyên newrozê yên navendî, şahiyên pêxistina agir û meşên bi meşaleyên Newrozê jî hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanyayê Heilbronn, Kiel, Krefeld, Hamburg, Dortmudê, li bajarên Awusturyayê Lauterach, Innsbruckê, li Barcelona ya Katalanyayê, li Lîmassola Qibrisê û Lavrîoya ya Yewnanistanê bi beşdariya hezaran kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li bajarê Awusturyayê Grazê, Kurd li Hauptplatzê hatin cem hev, li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Li bajarê Elmanyayê Dortmûndê jî agirê newrozê hat pêxistin û Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN