• Rojnamevan Nîhat Kaya got, dewleta Tirk di berdêla Idlibê de herêmên Til Rifat û Şehbayê kiriye mijara bazarê. Kaya got konjonktura li herêmê ne wekî berê ye û QSD bêyî DYE’yê jî xwe ji bo şer amade dike.

Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan, piştî serdana xwe ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsyayê, di daxuyaniyên xwe de gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwar. Beriya serdana Erdogan a Rûsyayê, ji ber ku balafirên Rûs konvoya leşkerên Tirkiyeyê û komên ku bi ser wê ve li Idlibê bombebaran kirin, Erdogan derbarê operasyoneke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Erdogan ji bo pirsa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya, ”Sebra me ji êrişên terorê yên ji Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê re nemaye” da û di 15’ê Cotmehê de jî daxuyanî da û got: “Têkoşîna me wê di heyama pêş da bi awayekî pir cuda dewam bike.”

Rojnamevan Nîhat Kaya ku ev demeke dirêj e qewimînên li herêmê dişopîne, metirsiya operasyonek gengaz a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên Erdogan, siyaseta Emerîka-Rûsya-Rejîma Şamê ya li ser herêmê û hêza leşkerî û geşedanên dîplomatîk ên li herêmê nirxand. 

Serketina Îslama radîkal dibînin

Kaya diyar kir ku sedema ewil a arezûya dagirkirina muhtemel a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîna DYE ya ji Efxanistanê û ketina welêt ya bin kontrola Talîbanê ye. Kaya got: ”Ew vê yekê ne tenê serketina Talîbanê, lê belê serketina hemû Îslama radîkal dibînin. Ew coş û heyecana wê dijîn. Têkçûna DAIŞ’ê ya sala 2019’an ku li Baxozê pêk hat bandora xwe li ser hemû Îslamîstên radîkal kir. Ji bo wan niha li Efxanistanê, serketinê bandor li her kesî kir. Vê rewşê bandor li desthilatiya AKP-MHP’ê jî kir. Ji ber ku AKP di warê kokên îdeolojîk de ji wan ne dûr e.” 
 
Bi şer dixwazin ji vê krîzê derkevin

Kaya destnîşan kir ku sedema duyem a ku Tirkiye xist nav operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî, siyasî û civakî ye û ew dixwazin nerazîbûnên di nav civakê de bi şer binuximînin. Kaya diyar kir ku AKP ji ber ku têkçûna xwe dibîne, niha jî li dijî Kurdan dijminatiyê dike û dixwaze têkoşîna Kurdan bitepisîne. Kaya da zanîn ku AKP rêya derketina ji krîzê di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne û ne mimkun e ku AKP-MHP bi rengekî din ji vê krîzê derkevin. 

AKP û MHP dema Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin jî vê yekê fikirîn. Lê belê rewşa konjonkturel pirr cuda bû. Hingî destê Tirkiyê xurtir bû. Divê ku meriv wê bipîve gelo ew niha di heman rewşê de ye. Tirkiyê wê di warê aborî de dikaribe vê yekê birêve bibe?” 

Rûsyayê jî aciz kir

Her wiha Kaya bal kişand ku têkiliyên DYE û Tirkiyeyê û got: ”Di serdema Donald Trump da Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey û siyaseta DYE’yê ji bo ku xwe nêzî Tirkiyeyê bikin gelek tiştan kirin. Êrişên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê di encama vê de derketine holê. DYE bi serdema Biden re ji siyaseta James Jeffrey a li herêmê xwe dûr kiriye. Rûsyayê ji bi heman rengî bawer nebû û ew baweriya wan şikest. Piştî Trump, iqtidara AKP-MHP berê xwe da DYE. Tirkiyê berê xwe da têgihîştina ku ew dikare ticareta xwe bi Emerîkayê re bike. Ev rewşek bû ku Rûsya aciz kir; Hêza ku li Lîbyayê bi Rûsyayê re şer kir, NATO bû û li ser navê Tirkiyê kir. Ji ber vê yekê Rûsya bi Tirkiye ne bawer e. Tirkiye di navbera Rûsya û komên çete yên li Idlibê de sekiniye û sozên xwe bicih neaniye.

Desthilatiya AKP-MHP’ê di hundir de pir teng bûye, ji bo ku vê yekê derbas bike pêwîstî bi êrişek derve dibîne. Lê konjonktur ji bo vê ne guncan e.” 

QSD jî xwe ji bo şer amade dike

Kaya anî ziman ku daxuyaniyên Serokê DYE Biden ên li ser gefên Tirkiyeyê yên li herêmê girîng in û wiha peyivî: “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî trafîkeke dîplomatîk li pêş xistiye. Şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de bi taybetî çûn serdana DYE-Rûsya û Fransayê û hevdîtinên girîng pêk anîne. Niha tê xwestin ku planek bê DYE were kirin. DYE nebe wê şerek çawa were kirin. Di vê çarçoveyê de taktîkek şer tê birêvebirin. Em dikarin bêjin ku QSD xwe ji bo şerekî amade dike.” 

Di şûna Idlibê de Til Rifat û Şehba 

Li gorî Kaya; Tirkiye bêtir di şûna Idlibê de herêma Til Rifat an jî Şehbayê dixwaze. Kaya wiha behsa vê meselê kir: “Ev herêm ji aliyê stratejîk ve girîng in. Bi destxistina Til Rifat û Şehbayê tê maneya bidestxistina bakurê Helebê. Wekî din, bidestxistina wê herêmê tê maneya dorpêçkirina devera pîşesaziyê ya bi navê Nubl Zehra û devera pîşesaziyê li bakurê Helebê. Ew herêm di bin destê Îranê de ye. Di hevsengiyek wiha de pirsgirêk ne Rûsya ye. Îran dikeve dewrê. Ew ê bibe tiştek ku armanca wê şikandina bandora Îranê ye.

Îran vê yekê qebûl nake. Ji ber ku ew bixwe jî dê were dorpêçkirin. Ji aliyekî ve Îsraîl bombebaran dike, lê dorpêça Tirkiyê ya vê herêmê dê Îranê bêzar bike. Ew ne rewşek e ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de were çareserkirin. Tirkiye li hember Riya M4 kete nav bazariyek wiha. Di vê rewşê de, ew nikarin encamek cidî bigirin, ji ber ku faktora Îranê dikeve dewrê.”  

MA/AHMET KANBAL