Baweriya me bi hêza me ye
Çarşem 11 Kanûn 2024 - 03:05
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê, encamên şikestina rejîma Esad, xeterî û derfetên li pêş gelên herêmê ji Rojnews’ê re axivî û hişyariyên girîng li civaka Êzidî û gele Şengalê kir.
Riham Hico diyar kir ku îro roj ji ber şikestina rejîma Beesê gelê Sûriyê kêfxweşe lê di heman demê de ji ber nezelaliya siyasî û leşkerî bitirs û guman e û got:’’Gelo wê Heyet Tahrir Şam karibe Sûriyeya demokratîk û azad ava bike? Armanca Heyet Tahrir Şam şolî ye, ev jî metirsî bi gel re çêdike.’’
Riham Hico destnîşankir ku di nav vê rewşa aloz û ne diyar de hêz û herêma ku sîstem û fikrê wê zelale Bakur û Rojhilatê Sûriyêye û got:’’Piştî çûna Esad ji bo Rojavayê Kurdistanê xeterî jî hene derfet jî hene. Dewleta Tirk a dagirker îro roj êrîşê Minbicê, Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo dike, dixwaze herêmê ji destê QSD’ê derxîne, naxwaze di Sûriyeya nû de cihê Kurdan hebe. Eger îro li Sûriyeyê hikumetek were avakirin pêwîst e nûnertiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî di nav de cih bigire.’’
Divê xelkê Êzidî hişyar be
Berdevka TAJÊ Riham Hico derbarê bandora rewşa Sûriyê ya li ser Iraqê û Şengalê jî hişyariyên girîng li gele Şengalê kir:’’Ji bo gelê me yê Şengalê jî, di roja me ya îro de xeterî berdewam in û pêwîst e gelê me hişyar be. Baweriya me ne bi hikumeta Iraqê tê, ne bi Haşdi Şabî tê, ne bi hêzekî din tê. Artêşa Iraqê hêzeke mezin biriye ser sînor, dema DAIŞ kete Mûsilê 3 qat zêdetir ji sîlehên niha heyî, li Mûsilê hebû. Hemû sîleh teslîmî DAIŞ’ê kirin, DAIŞ bi wan sîlehan êrîşê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê kir.’’ Riham Hico di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku civaka Êzidî ji fermana 2014’an dersen girîng derxistine û got:Di fermanê de gelê me got ‘Pêşmerge gotiye em ê we biparêzin loma em rehet razan.’ Lê îro lazim e gelê me hişyar be, xeterî li ser gelê Şengalê hene. Di heman demê de derfet jî hene. Eger em xwe baş birêxistin bikin, hêza xwe ya parastinê xurt bikin, yekîtî û tifaqa xwe pêş bixin em ê deskeftiyên mezin jî bidest bixin. Lê xeterî jî hene, pêwîst e gel parastina xwe bike. Keç û xortên Êzidî lazim e xwe li gor rewşa şer amade bikin. YBŞ-YJŞ zarokên Êzidiyan e, heya dawiyê wê Êzidiyan biparêzin lê lazim e Êzidî jî xwedî li YBŞ-YJŞ derkevin, hêzên xwe yên parastinê mezin bikin.’’
ROJNEWS/ŞENGAL