• Li bajarê Belçîkayê Liegê, ji bo şehîd Bawer Botan merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Belçîkayê Liegê, ji bo şehîd Bawer Botan merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Liegê, bi beşdarbûna bi sedan kesî, Bawer Botan hat bibîranin.

Di merasîmê de malbata Bawer Botan jî amade bû. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê sazîya malbatên şehîdan, yadê Siltan axivî û bang li xelkê kir da ku xwedî li rêbaza şehîdan derkvein.  Heval Omer jî, weke hevrêyê bi salan ê şehîd Bawer Botan axivî û behsa kesayetî û qehremantiya şehîd Bawer Botan kir. Wî got, “Hevrê Bawer Botan di temenê xwe yê piçûk de tevlî nava refên şoreşê bû û di her beşa xebatê de cihê xwe girt hetanî roja şehadetê.” Li ser navê NCDK a Liegê jî Heval Welî bang li kurdên li Ewrûpayê kir da ku li komeleyan û li NCDK´yan xebatan xurt bikin. 

Piştre li ser jîyana Şehîd Bawer Botan sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre jî pirtûkên şehîd Bawer Botan li hin beşdarên merasîmê hatin belavkirin.

HEMÎD URMIYE / LIEGE