Başûrê kontrayan

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 01:09

Li başûrê welatê me şoreşgerek din hat qetilkirin. Ev ne cara pêşî ye ku kuştineke bi vî rengî pêk tê. Beriya niha jî dîsa çend welatparêz, şoreşger û kadroyên tevgera azadiyê ya Kurdistanê hatin qetilkirin. Vê carê ya hatî qetilkirin jin bû. Nagîhan Akarsel ku hem rojnamevan û hem akademîsyen bû, bû hedefa kontrayên dewleta Tirk. Roja ku ev bûyer qewimî, serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan jî li Hewlêrê bû. Êdî Hewlêr bûye navendeke îstîxbarata Tirkan. Kîjan demê bixwazin diçin wê derê. Ji bo dewleta Tirk ti ferqa Enqerê û Hewlêrênemaye. Hewlêr û Enqere ji bo wan weke hev giring in. Çawa ku li Enqerê fermana komkujiyan û qirkirina Kurdan didin, li Hewlêrê jî heman tişt heye. Rayedarên dewleta Tirk ji Hewlêrê qetilkirina Kurdan bi rê ve dibin. Lewma jî ew dever kirine başûrê kontrayan.

Îro li başûrê welatê me şoreşger û welatparêz tên qetilkirin. Qaşo navê Kurdistanê lê kirine, lê li wê derê Kurd nehiştine. Welatê ku şoreşger û welatparêz lê werin qetilkirin, tenê çeqel û rovî dimînin. Kurdistanek bi sîxuran hatiye dagirtin. Her devera wê bi sîxur û xayînan tije kirine. Ji şoreşger û welatparêzan re cih teng dikin. Bi vî rengî hewl didin Kurdistanê ji şoreşger û welatparêzan bidin valakirin. Dewleteke kujer e û li ku derê Kurd hebin, qetil dike. Li rojavayê Kurdistanê jî heman siyaset heye. Destdirêjiyê li her alî dike û mirovan qetil dike.

Silêmanî bûye navenda van komkujiyan. Gelo rêveberiya YNK'ê di berdêla çi de destûra van komkujiyan dide? Gelo dewleta Tirk heyfa çi hiltîne? Ji ber ku hefteya derbasbûyî li Mersînê Sara û Rûken bi çalakiyên fedayî derbeke giran li dewleta Tirk a faşîst xistin. Dewleta Tirk ji bo tola xwe hilîne, jinek kir hedef. 

Dewleta Tirk ne li bendê bû ku çalakiyeke weke ya li Mêrsînê pêk were. Ji ber ku wan digot, gerîla qediyaye û hêza gerîla nemaye. Lê gerîla li bajarên wan li wan xist. Erdogan ê ku digot, em ê şevekê ji nişka ve werin, di şevekê de ji nişka ve derba xwe xwar. Bi gef û gurrên Erdogan wê Kurd bêdeng nemînin. Heger ew rabe û her roj zarokên Kurdan qetil bike, wê berdêla wê jî hebe. Zarokên Kurdan wê bedeng nemînin. Li dijî qirkirin û komkujiyan, çalakiya li Mersînê dewleta Tirk hejand. Gerîlayên Kurdistanê careke din îsbat kirin ku ew parêzvanên gelê Kurd in û li ser xeta fedayî ya Zîlan in. Heta ku ev rih hebe wê Kurd têk neçin û her hebin.

Çalakiya fedayî ya li Mersînê careke din nîşan da ku dewleta Tirk têk çûye û nikare bi berxwedana gerîla. Gerîla li her derê ne. Li ser erd û bin erdê şer dikin. Ew gerîlayên serdemê ne. Ne teknîk û ne îstîxbarat nikare wan gerîlayan têk bibe. Erdogan û hevkarên wî ku têk diçin, komkujiyan dikin. Bûyera li Silêmanî jî bi vî rengî bû. Dewleta Tirk li her derê fermana qetilkirina şoreşger û welatparêzan daye. Ji bo vê yekê Kurd jî divê xwe biparêzin. Bêparastin çênabe. Parastin û bersiva li dijî êrişan, mafekî rewa ye. 

Dewletek heye ku her roj te qetil dike û nabe ku tu bêdeng bimînî. Bêdengiya li dijî êrişan nayê qebûlkirin. Heger Kurd li Başûr û Rojava çekdar bin, wê dewleta Tirk nikaribe rehet tevbigere. Wê zanibe ku Kurd ne destevala ne. Heger tu hesabê xwe nekî, wê gelek hesab li ser te werin kirin. Lewma jî pêdivî bi rêxistinbûneke xurt heye. Bûyera li Silêmanî careke din nîşan da ku Kurd nikarin bê çek bin. Şerê çekdarî yê Kurdan mafekî rewa ye. Kurdan li dijî bûyerên bi vî rengî rahiştin çekan. Heta ku bûyerên bi vî rengî hebin û heta Kurd werin qirkirin, nabe ku dev ji çekan berdin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.