Li gelek cihên weke Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Germiyan, Koye, Kerkûk, Xurmatû û Qeladizê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Welatî dikarin bi vê kampanyayê alîkariyê bidin.

Waliyê Silêmaniyê ragihand ku li Silêmaniyê kampanyaya alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê wan daye destpêkirin û li Muzexaneya Neteweyî ya Emne Soreke kampanya dewam dike.

Bi pêşengtiya Encumena Alîkariyê ya Germiyanê li nav bazara bajarokê Kelar a îdareya Germiyanê, di heman demê de ji aliyê hinek rêxistinên Germiyanê ve li Mala Xêrxwaziyê ya Hacî Ahu bi dirûşmeya ‘Germiyan her tim li gel mexdûrane’ alîkarî tê komkirin.

 

Hewlêr Koye û Raperîn 

Li parêzgeha Hewlêrê hinek alî û partiyên Başûrê Kurdistanê bi armanca gihandina alîkariyê ji bo Bakur, serdana Nunertiya HDP’ê kirin. Her li parêzgeha Hewlêrê ji aliyê hinek rêxistinên parêzgehê ve kampanyaya komkirina alîkariyê hatibû ragihandin.

Li îdareya Raperînê jî, kampanyaya komkirina alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê yên Rojava û Bakurê Kurdistanê dewam dike. Xelk hewl dide alîkariyên xwe bigihîne mexdûran.

Li bajarokê Koyê jî heman kampanya wê heftiyekê dewam bike û alîkarî wê li Salona Necîbe Xan a li rex meydana futbolê ya sereke ya Koyê werin komkirin.

 

Kerkûk û Qeladizê

Bi heman şêweyî li parêzgeha Kerkûkê, Rêxistina Mîna, li nêzîkî Şîrînî Betam dest bi komkirina alîkariyan ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir. Li Xurmatû kampanyaya komkirina alîkariyê li baregeha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya li bazara Hesen Qewan dest pê kir.

 

Destê xwe bidin mexdûran

Li aliyê din rêberê olî yê Şîayên Iraqê, Ayetûllah Elî Sîstanî jî xemgîniya xwe  ragihand û ji saziyên peywendîdar û xêrxwazên Iraqî xwest ku destên xwe dirêjî mexdûrên erdhejê bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN