Başûr dîsa rojhilatiyek da Tehranê

Sêşem 24 Tebax 2021 - 03:16

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê radigihîne, Nesrîn Kiyanpûr a 34 salî ya ji bo kar çûbû Başûrê Kurdistanê, teslîmî Tehranê hatibû kirin. Nesrîn Kiyanpûr ji Bijar a ser bi Sinê ye. Hêzên Hikûmeta Hewlêrê Nesrîn Kiyanpûr 18´ê Tîrmeha îsal teslîmî rejîma Îranê kiriye. Rayedarên Başûr gotine, ji ber ku kaxezên îqametê yên lê yên Nesrîn nebûne, wan ew dersînor kiriye. Rayedarên Başûr ew bi balefirê dersînorî Tehranê kirine. Hengawê niha piştrast kiriye ku çavkaniyên wê yên ji hepsa Evînê jê re gotine, Nesrîn Kiyanpûr weke girtiyeke siyasî li hepsa Evîn ragirtî ye.

Niha Hengaw dide zanîn ku Nesrîn Kiyanpûr bi hevkariya rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê tê gunehbarkirin û piştî lêpirsîneke 2 hefteyan ew şandine hepsa Evînê. Doza wê hîna ne diyar e û ev du meh in bêyî gunehbariyeke darîçav ew girtî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.